Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîr Sûdanî civiya

2024-04-28T10:34:18.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Êvariya roja duşemê 27.04.2024ê li bajarê Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da rewşa Iraqê bi giştî û hewl û pêngavên Hikûmeta Federal ya Iraqê di warê xizmetguzarî û geşepêdanê da, li gor karnameya hikûmetê, ji bo baştirkirina warê xizmetguzarî û baştikirina rewşa jîn û jiyara welatiyan li seranserê Iraqê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyaloga avaker taybet li ser pirsên hevbeş di navbera Hikûmeta Federal ya Iraqê û Herêma Kurdistanê kirin û herwesa ronahî xistin li ser pêşhatên dawî yên siyasî yên li welat kirin û tekez li ser girîngiya berdewamiyê piştevaniya li hewlên hikûmetê li ser asta navxwe û derve kirin. Bihêzkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û ji bo vê yekê piştgiriya hemû aliyên siyasî yên Iraqî bi pêwîst dîtin.

Birêz Serokwezîr Sûdanî, ji aliyê xwe ve, serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên hevbeş girîng nirxand û Serokê Herêma Kurdistanê jî piştevaniya xwe ji bo pêngavên birêz Serokwezîr Sudanî û pêdagiriya wî ya li ser diyaloga di navbera hemû aliyan da nîşan da û ji bo pêkanîna aramiya siyasiya li welat, dûpat kir.