2024-04-06T20:10:05.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja şemiyê 06.04.2024ê li bajarê Bexdayê, digel birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.
Di civînê da nêrînên hevbeş li ser hemû mijarên niştimanî û cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federal a Iraqê di hemû waran da hatin gotûbêjkirin.
Di vê derbarê da her du aliyan tekez li ser pêdagirbûna Hikûmeta Federalî di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyan û cîhbicîhkirina daxwazên welatiyan li tevahiya Iraqê û di nava wan da jî Herêma Kurdistanê kirin û li ser pêwîstiya piştgîriya dezgehên federalî û saziyên Herêma Kurdistanê hevfikir bûn.
Di civînê da tekezî li ser girîngiya piştevaniya hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê li pêngavên çaksaziyê yên Hikûmeta Federalî ji bona pêşdebirina geşepêdana tam li welat û derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wê yên di warê îdarî û cîbicîkirinê da hate kirin.