2024-02-16T14:35:29.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja înê 16.02.2024ê li Almanyayê di çarçoveya hevdîtin û civînên xwe da di Konferansa Asayîşê ya Munchenê da digel birêz Şêx Mihemed Bin Ebdulezîz Al Sanî Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê civiya.
Di civînê da li ser pêşhatên dawî yên ewlekarî li navçeyê, şerê li Gezzeyê, rewşa aloz a Rojhilata Navîn û derencamên wê gotûbêjkirin û tekez li ser girîngiya hevkariyên hevbeş yên di navbera welatên herêmî da ji bo parastina aştî û aramiyê kirin.
Hevkariya Qeterê ya digel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û kêşeyên ewlehiyê û çend mijarên din yên berjewendiya hevbeş mijarên vê hevdîtinê bûn.