Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîra Derve ya Norwêcê civiya

2023-02-19T11:52:10.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 18.02.2023ê li bajarê Munich li Almanyayê, di civînekê da digel birêz Anniken Huitfeldt Wezîra Derve ya Norwêcê, derbarê geşepêdana peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Norwêcê gotûbêj kirin.

Birêz Huitfeldt bi navê welatê xwe spasiya rol û karîgeriya Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û têkşikandina DAÎŞ da kir. Derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da û diyaloga Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ji bona çareseriya pirsgirêkan digel Serok Nêçîrvan Barzanî danustandina bîr û ramanan kirin.

Pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û rewşa Sûriyê û herêmê bi giştî mijarên din yên civînê bûn.