Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê civiya

2023-03-07T18:53:10.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro piştî nîvro 07.03.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Lloyd Austin Wezîrê Berevaniya Amerîkayê û şandeya pê ra kir.

Di civînekê da ku, birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên pilebilindên Wezareta Pêşmerge amadebûn, têkeliyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa emnî û pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hevahengiya navbera Pêşmege û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna dijî DAIŞê gotûbêj kirin.

Birêz Wezîrê Berevaniya Amerîkayê di vê hevdîtinê da rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê da bilind nirxand û piştevaniya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û amaje bi wê yekê jî kir ku, ew gelek bi girîngî li proseya çaksazî û birêxistinkirina Pêşmerge didin û hemû alîkariyeka pêwîst ji bo serxistina proseyê pêşkeş dikin di çarçoveya peymana lêktêgihiştina Pentagonê bi Wezareta Pêşmerge ra.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku teror û DAIŞê li Iraq û Sûriyê wek gef û metirsiyeke rasteqîne maye û ji bo rûbirûbûna wan û bi yekcarî jinavbirina wan, Iraq û Herêma Kurdistanê heta niha jî pêwîstiya wan bi piştevaniya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî heye. Her wiha li ser girîngiya xebata hevpar ji bo parastina aştî û aramiyê li navçeyê hevra bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û Herêma Kurdistanê, ji bo hemû alîkarî û piştevaniyên bo Herêma Kurdistanê, spasiya Amerîka kir û rola tîmên serbazî yên Amerîkayê di proseya birêxistinkirina Pêşmerge da bilind nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku tevî astengiyan jî proseya çaksaziyê û yekxistina Pêşmerge dê serbikeve.

Birêz Wezîrê Berevaniya Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo diyaloga çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê han da ku yekrêz bin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Têkeliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, pêşhatên dawiyê yên herêmî bi giştî û çend pirsên xwedî berjewendiyên hevbeş nirxandina di civînê da hatin behs kirin.

Piştî civînê Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê derbarê naveroka civînê civîneke rojnamevaniyê li dar xist.