Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiya

2023-02-19T08:54:16.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, danê êvarê roja şemiyê 18.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Antony Blinken Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiya.

Her du aliyan li ser serdana dawiyê ya şandeya Iraqê bo Waşingtonê û gotûbêjên digel rayedarên Amerîkayê, pêşxistina peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bingeha rêkeftinnameya çarçoveya stratejî ya di navbera wan de û rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

Birêz Blinken tekezî li ser pêgirîbûna welatê xwe bi têkiliyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û bi girîngî ve behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kir ku, girînge têkiliyên wan seqamgîr bin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Serok Barzanî, ji aliyê xwe ve, ji şanda mêvan ra bi kurtî behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngî û berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna wan astengiyên dikevin pêşiya wan kir.

Rewşa herêmê bi giştî mijareke din ya civînê bû.