2024-02-16T21:57:44.000000Z
Êvariya înê 16.02.2026ê li bajarê Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, her di çarçoveya beşdariya di Konferansa Asayîşa Munchenê da, digel birêz Alexander Schallenberg Wezîrê Derve yê Awusturyayê civiya û têkeliyên Awusturyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandin.
Di civînê da nêrînên xwe derbarê metirsiyên rewşa aloz li Rojhilata Navîn û pêşhatên şerê li Gezzeyê û metirsiya rewşê li ser ewlekarî û aramiya cîhanê û bandora wan a nerênî li ser hemû warên jiyanê gotûbêj kirin. Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, divê rê li ber zêdetir alozbûna rewşê bê girtin û ji bo vê yekê jî hevkariyeke berfireh lazim e.
Her du alî tekez li ser xwesteka hevbeş ya ji bo pêşxistina têkeliyên Awusturyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kirin. Birêz Wezîrê Derve yê Awusturyayê dupat kir ku welatê wî bi girîngî li têkeliyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra dinêre û her di vê derbarê da wî bi fermî Serok Nêçîrvan Barzanî vexwend bo serdana Awusturyayê.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya peywendiyên dêrîn û dostane û hevkarî û alîkariyên Awusturyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest asta peywendiyên wan di hemû waran da berfirehtir bibe.