2024-07-02T15:13:09.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro sêşemê piştî nîvro 02.07.2024ê li Viyanayê, digel birêz Alexander Schallenberg Wezîrê Derve yê Awusturyayê civiya.
Di civînê da her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Awusturya bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, bi taybetî di warê aborî û bazirganî da kirin. Herwesa behsa rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û rola Awusturya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê nîşan da û pesnê peywendiyên dûr û dirêj yên Awusturyayê bi Herêma Kurdistanê ra kir û spasiya hevkarî û piştevaniya Awusturyayê ya ji bo gelê Kurdistanê û mafên wî yên rewa di rojên dijwar da kir.
Birêz Wezîrê Derve yê Awusturyayê, ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe li hember serdana Serok Nêçîrvan Barzanî û asta peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser berdewamiya piştevaniya Awusturyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Bilidkirina asta nûneratiya Awusturyayê li Herêma Kurfistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê, metirsiya DAIŞê û mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş di civînê da ku, birêzan Balyozê Iraqê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da tê da amade bûn, hatin gotûbêjkirin.