2024-02-17T12:46:25.000000Z
Îro şemiyê piştî nîvro 17.02.2024ê di çarçoveya duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê ya li Almanyayê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Paul Gallagher Wezîrê Derve yê Vatîkanê civiya.
Di civînê da, peywendiyên Vatîkanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa pêkhateyan li Iraqê bi taybetî li Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, şerê li Gezzeyê û rewşa herêmê bi giştî gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Vatîkanê xwesteka welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û rewşa pêkhateyan û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û dupat kir Qedasetê Papa bi birêz û hezkirin li Herêma Kurdistanê dinêre.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam ya Vatîkanê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û rêz û silavên xwe ji Qedasetê Papa ra şandin. Serok Nêçîrvan Barzanî ji Wezîrê derve yê Vatîkanê ra got ku, Herêma Kurdistanê dê hertim ji bo hemû pêkhateyan welatê pêkvejiyan, hevdûqebûlkirin û toleransê bimîne.