Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê civiya

2023-03-01T10:43:44.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 01.03.202ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Lord Tariq Ehmed Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka û Neteweyên Yekgirtî kir.

Di civînê da, Lord Ehmed tekîd li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşdebirina têkeliyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwesa, îşaret bi wê yekê kir ku Brîtanya bi girîngî li têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê dinêre û ew di wê baweriyê da ye ku seqamgîriya têkeliyên baş navbera Hewlêr û Bexdayê Iraqê bihêztir dike di rûbirûbûna astegiyan da û piştevaniya welatê xwe jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan da nîşan da.

Di hevdîtinê de ku, birêzan Balyozê Brîtanya li Iraqê û Konsulê Giştî yê li Hewlêrê jî tê de amade bûn, her du aliyan rewşa siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Di vê derbarê da, Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê li ser xebatên xwe yên ji bona çareserkirina pirsgirêkên digel Bexdayê û parastina yekrêziya Herêma Kurdistanê berdewam dide.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku aştî û aramî û çareserkirina arîşeyên welat dê alîkar bin ji bo pêşkeftin û vegerandina Iraqê bo pêgehê wê yê şayeste di navçe û cîhanê da û derfeta kar, veberhênan û sermayerazandinên biyanî zêdetir dike.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, qanûna petrol û gaza Iraqê û bûdce, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, rewşa navçeyê bi giştî, encamên şerê Ukraynayê û çend mijarên din di civînê da hatin behs kirin.