Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Divê em Pêşmerge bikin hêzeke niştimanî ya yekgirtî

2023-04-05T07:48:52.000000Z
Uncategorized @kmr
 

Bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, birêz  General Matthew Markfarlane Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û hejmarek wezîr, berpirsên bilind yên leşkerî, parlamenter û berpirsên Herêma Kurdistanê, nûner û konsulên welatan li Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 04.04.2023ê, merasima destbikarbûna her du Firqeyên (1) û (2) yên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ku di çarçoveya proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge da hatine rêkxistin birêveçû.

 

Di merasimê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û eva li jêr jî naveroka wê gotarê ye:

 

Mêvanên hêja!

Pêşmerge yên mêrxas!

Roj baş.

 

Ez bi xêrhatina we dikim ji bo merasima ragihandina pêngaveke girîng di proseya yekgirtin û birêxistinkirina Pêşmerge da. Ez bi germî bi xêrhatina General Matthew Markfarlane, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê ku, li vir bi me ra beşdar e, dikim. Bixêrhatina konsulên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê di vê merasimê da dikim.

 

Îro em bi kêfxweşî damezrandina du Firqeyan 1 û 2 ya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê radigehînin. Ez destxweşî û pîrozbahiyê li Wezareta Pêşmerge û hemû fermandar û Pêşmerge yên qehreman dikim.

 

Her yek ji van her du firqeyan ji çar lîwayan û hezar û 200 pêşmergeyan pêk tê ku, ev jî pêk tên ji Lîwayên Hevbeş û Lîwayên hêzên 70 û 80 ku, proseya veguhestinê bo ser Wezareta Pêşmerge destpêkiriye. Em hêvî dikin ku hemû prosesê di demeke nêzîk de temam bikin.

 

Sala borî di merasîma derçûna efserên Koleja Leşkerî ya Zaxo de, bi tenê efserekî Mesîhî hebû. Min daxwaz kir ku rê bê xweş kirin ku ji hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê di nav hêzên Pêşmerge da beşdar bin. Îro min zanî ku, di nava van hêzan da hejmarek Pêşmerge yên Mesîhî, Ereb û Êzdî hene, ev yek jî cihê kêfxweşiyê ye, lê dîsa jî kêm e. Divê em hewl bidin zêtir rê xweş bikin da ku hemû netew û pêkhate bi hêsanî beşdarî hêza Pêşmerge yên Kurdistanê bibin. Em li vir careke din tekîdê li ser wê yekê dikin ku Pêşmerge hêza hemû gelê Kurdistanê ye, bi hemû netew û olan ve.

 

Ji ber wê jî emê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku Pêşmerge û şiyanên leşkerî di hemû waran da bi hêztir bikin. Divê hemû pêdiviyên wan bêne bicihanîn û baştirîn meşq û rahênan di warê perwerde û prensîpan de hebe. Bi canê welatparêzî û leşkeriya modern wek hêzeka niştimanî berhev bikin.

 

Amadebûyên hêja!

 

Ragihandina van her du firqeyên hevbeş beşeke ji proseya yekgirtin û rêkxistina Pêşmerge di stukturek modern da. Ew yek ji armancên karnameya Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û beşeke herî giringe ji proseya çaksaziya kabîneya 9ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

 

Em li Serokatiya Herêma Kurdistanê berdewam in li ser çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên siyasî. Cihê kêfxweşiyê ye ku tevî nakokiyên siyasî jî, proseya yekkirin û birêxistinkirina Pêşmerge ranewestaye. Çend gavên baş pêş da çûye, lê helbet em li benda pêngavên zêdetir in û, bêguman, divê em bi berdewamî li ser bixebitin.

 

Heta niha her du hêzên piştevaniya (1) û (2) û (20) lîwayên her du yekeyên (70) û (80) bi temamî ketine bin kontrola Wezareta Pêşmerge. (2) Lîwayên hevbeş digel artêşa Iraqê ji bo navçeyên nakokdar hatine avakirin û bûdceya pêwîst ji bo wan di projeyasaya bûdceya Iraqa Federal da hatiye terxankirin. Piştî pejirandinê, ew jî dê dest bikarbin.

 

Tiştê ku cihê dilxweşiyek mezine hişmendiyek bilind di nav Pêşmerge û efser û fermandarên Pêşmerge da li ser pêwîstiya yekrêziya Pêşmerge heye. Ew naxwazin proseya yekrêzî û birêxistinkirinê raweste ji ber ku naxwazin navên siyasî û hizbî li wan be. Ew dixwazin bibin Pêşmerge yên Kurdistanê ne yê partiyan, ev jî baweriya rasteqîne ya Pêşmergeyan e.

 

Pêşmerge ji roja yekem ve ji bo parastina Kurdistanê û bidestxistina azadiyê hatiye pêkanîn. Doktrîna Pêşmerge Kurdistan û azadî bûye. Baweriya Pêşmerge parastina Kurdistanê û bidestxistina azadiyan ji bo gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan bûye.

 

Pêşmerge yên mêrxas!

Kurdistanî yên hêja!

 

Hemû gelê Kurdistanê û Hevpeymanan piştevaniyek gelek mezin li proseya yekkirin û birêxistinkirina Pêşmerge dikin. Sala borî yadaştnameya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê da bo 4 salên din hate nûkirin. Piştgiriya berdewam a Amerîkayê û hêzên hevpeymanan ji bo Pêşmerge di dema borî da pir girîng bû û dê di paşerojê da jî pêwîst be.

 

Bi spasiyek gelek mezin ve, birêz Lloyd Austin Wezîrê Berevaniya Amerîkayê di serdana xwe ya meha borî ya bo Bexda û Hewlêrê da, gelek bi zelalî niyet û biryara Amerîkayê gihande me ku, Amerîka li ser piştevaniya Pêşmerge wek hevkarekî sereke yê hevpeymaniyê di şerê li dijî DAIŞê da berdewam dibe. Herwesa, Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî piştevaniya proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge dike.

 

Em gelek spasiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya berengarbûna DAIŞê dikin ji bo berdewamiya piştevaniya wan bo Pêşmerge û em ji wan ra dibêjin: Teror hê jî li Iraqê metirsiyeke rasteqîne ye, lewma pêwîstiya Pêşmerge bi piştevaniya we heye ji bo jinavbirina DAIŞê bi temamî. Me bi hev ra ev rê destpêkir û divê bi hev ra temam bikin. Hê jî digel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê erka me temam nebûye, karê hevpar maye em bi hev ra bikin.

 

Her wesa ez dixwazim spasiya sebir û hevkariyên berdewam yên welatên dost û hevpeymanan ji bo proseya çaksaziyê û yekxistina Pêşmergeyan bikim. Piştgiriya  hemû  wan welatan ku, di vê proseyê da digel me beşdar in bê ku navê wan bînim.  Gelê Kurdistanê spasiya wan hemû welatan dike.

 

Ev piştevaniya navdewletî ji bo Pêşmerge û Herêma Kurdistanê gelekî girîng e ku, bi mêrxasî û qehremaniya Pêşmerge hatiye bi dest xistin. Pêşmerge bi wêrekî ya xwe û rawestandina êrîşên hovane û berfireh ên DAIŞê û têkşikandina efsaneya wê ev piştevaniya navdewletî bi dest xistiye.

 

Pêşmerge bi alîkariya hevpeymanan û beşdariya artêşa Iraqê û Heşda Şeibî metirsiya DAIŞê ji nav bir ku, mezintirîn metirsî bû li ser jiyana nûjen û azad li navçeyê û hemû cîhanê. Pêşmerge îspat kir ku hêjayî hezkirin û piştevaniya gelên cîhanê ye.

 

Amadebûyên hêja!..

 

Ev pêngava îro nîşan dide ku îsrareke xurt li ser berdewamiya proseya çaksaziyê û yekgirtin û rêkxistina Pêşmerge heye. Ev armanc û daxwazeke gelek rewa ya gelê Kurdistanê ye û divê were cîbicîkirin.

 

Ji bona ku em bikaribin desthilata saziyan biçespînin û proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê bi hêz bikin, ji bona ku ew azadiyên giştî û ew seqamgîriya asayîşa li Herêma Kurdistanê heye biparêzin, ji bona ku dilrehetiyek temam bi hemû welatiyan bidin, ji bona ku berdewamiya piştevaniya navdewletî ji bo Pêşmerge berdewam be divê em Pêşmerge bikin hêzeke yekgirtî ya niştimanî.

 

Pêşmerge navê herî şîrîn e ji bo gelê Kurdistanê. Di warê ziman û wateyê da peyveke tijî bedewî û mezinahî ye. Dîroka hevçerx ya me û destkeftên me berhema xebat û xweragiriya Pêşmerge ne. Di hemû qonaxan da, Pêşmerge, eger di çend bereyên cuda jî da bûya, yek armanc hevbeş hebû, ew jî rizgariya Kurdistanê û azadiya Kurdistan e. Pêşmerge eger di pêkhateya îdarî jî da cuda be, di xebat û armancê da hevbeş e, weke ku di şerê li dijî DAIŞê da ev rastiye ji bo hemû gelê Kurdistanê  îspat kir.

 

Bi sazîkirin û yekxistina wan baştirîn rê ye bo rêzgirtine li navbang û qehremaniya Pêşmerge divê ev bê cîbicî kirin. Divê perdeya hizbatiyê bi temamî ji ser Pêşmerge bê rakirin da ku bawerî û nasnameya wî ya rasteqîne ku nasnameya netewî ye, bi temamî derkeve holê.

 

Yekgirtin û pêşketina Pêşmerge sûdeke mezin ji bo hemû Iraqê ye û ev yek di pêvajoya azadkirina Iraqê da bi temamî hate nîşandan. Di şerê li dijî DAIŞê da ev rastî careke din derket holê, bi taybetî dema ku Pêşmerge Kerkûk, piraniya parêzgehên Diyala û Selahedîn ji êrîş û wêrankirina DAIŞê parast û bû hevparê sereke yê rizgarkirina Mûsilê.

 

Serweriya Iraqê hevpar e û Pêşmerge dikare bibe aktorê sereke yê parastina wê ji ber ku Pêşmerge beşek ji sîstema berevaniya Iraqê ye. Ji ber wê jî divê Iraq erkê xwe yê piştevanîkirin û girîngîdana bi şiyanên leşkerî yên Pêşmerge û dabînkirina pêwîstiyên Pêşmerge bi cih bîne.

 

Amadebûyên hêja!..

 

Piştî verêja biryara li desteya mehkemeya Odeya Bazirganî ya Navdewletî li Parîsê li ser petrola Herêma Kurdistanê, îro em di wê baweriyê da ne ku ew biryar derfeteke baş e ji bo Hewlêr û Bexdayê ji bo çareseriya dawî ya pirsgirêka petrolê. Biryarê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di pirsa petrolê da îspat kirine, lewra niha em hemû baştir dikarin bigihin çareseriyeke ku her kes tê de serkeftî be.

 

Piştî pesendkirina destûrê, me berdewam daxwaza derxistina yasaya neft û gazê kiriye, ji ber ku tenê ev yasa dikare maddeya 112 ya destûrê bi rêkûpêk rêkbixe. Niha jî em daxwaz dikin ku federalîzma di destûra Iraqê da heye di yasayên wezaret û saziyên Iraqê da cih bigire, da ku di pratîkê da rêveberiya navendî ya welat bibe federalî.

 

Em beşeke sereke ya hikûmeta niha ya Iraqê ne. Li gorî rêkeftina hevpeymaniya rêvebirina dewletê ji bo avakirina hikûmeta federal, em bi tevahî piştgirî didin Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û karnameya hikûmeta wî. Di hevdîtinên me da realîzm û daxwazeke mezin a çareseriyê nîşan daye. Vê nêrîna wî wisa kiriye ku em li Herêma Kurdistanê piştevaniya wî bikin. Digel birêz Mesrûr Barzanî Serokwezîr Herêma Kurdistanê, li hevtêgihiştinek baş heye û ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin û çûna şandan heye. Wezîrên Kurdistanê jî di Hikûmeta Federal da çalaktirin û karîn li ser pirsa petrolê jî gotûbêjên gelek baş bi hev ra bikin.

 

Gotûbêj niha li ser rêyeke rast in, birêz Serokwezîr îro serdana Bexdayê dike  ji bo çareseriyeke baş ji bo pirsgirêka petrolê. Bi baweriya me baştirîn çareserî çareseriya navxweyî ya Iraqiyane ye. Ez geşbîn im ku em dê bigihin rêkeftinekê. Eger em vê pirsgirêkê çareser bikin, dê rê li ber çareserkirina gelek pirsgirêkên din veke ku, ev yek di berjewendiya welat û hemû pêkhateyan da ye.

 

Em hêvîdar in ku di vê meha pîroz a Remezanê da her kes bi dilekî pak li çareseriya hemû pirsgirêkan bigerin. Em ji bo hemû hevkarî û li hevtêgihiştinekê li ser bingeha destûrê amade ne. Çareserkirina pirsgirêka petrolê û pesendkirina bûdceyê ji bo hemû pêkhateyên Iraqê dê bibe nûçeyeke gelek xweş.

 

Dubare pêkanîna her du Firqeyên (1) û (2) li hemû Pêşmerge yên mêrxas û gelê Kurdistanê pîroz dikim. Bi hêviya yekxistina hemû Pêşmerge yê Kurdistanê di paşerojê da û gelek spas ji bo beşdarbûna hemû aliyan

 

Bi xêr bên.