Sibeha îro Duşemê 25/8/2025 Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariyê li Konferansa Navdewletî ya Jenosîda Êzidiyan kir ku ji aliyê Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr ve hatibû sazkirin.
Di merasîmê de ku Rêzdaran Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzidiyan, Babe Şêx û hejmarek wezîr û berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê, aliyên siyasî, konsul û dîplomatkarên welatan li Hewlêrê, akademîsyen û lêkolînerên ji navxwe û derve û mamosteyên olî û ayînî amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku ev e jî naveroka wê ye:
Cenabê Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyan!
Cenabê Babe Şêx!
Amadebûyên hêja!
Roj baş...
Bi germî bi xêr hatina we dikim ji bo vê konferansa navdewletî ya di derbarê jenosîda Êzidiyan de. Bi xêr hatineke taybetî li mêvan û beşdarên biyanî dikim ku îro ji her cihekî cîhanê hatine û beşdarî vê konferansê ne, hûn hemû bi xêr hatin. Destxweşiyê li Zanîngeha Kurdistanê dikim ji bo sazkirina vê konferansa zanistî û akademîk ku yekem car e bi vî astî û bi vê beşdariya berfireh li Hewlêrê tê sazkirin.
Di destpêkê, em îro hemû qurbaniyên Êzidî û tevahiya qurbaniyên destê DAÎŞê bi rêzdarî bi bîr tînin. Silav û rûmet ji bo giyanê wan dişînin. Ew tu carî ji bîra me naçin û em ê her dem bi rêzdarî wan bi bîr bînin.
Sazkirina konferanseke zanistî - akademîk di derbarê jenosîda Êzidiyan de, karekî gelek pêwîst û girîng e, bi taybetî ku pispor û şareza ji navendên zanistî û akademîk ên cîhanê, tê de behs û lêkolînên xwe pêşkêş dikin.
Ev yek roleke girîng û pêwîst di dokument kirina jenosîdê û encamên wê de dilîze. Lêkolînên zanistî û akademîk li ser jenosîda Êzidiyan ji aliyê dîrokî, siyasî, yasayî û derûnî ve, dê bibin çavkaniyeke girîng ji bo niha û paşeroja vê pirsê û lêkolîna li ser hemû aliyên jenosîdê.
Ez di wê baweriyê de me ku ev konferans dê êşan veguherîne zanînê û zehmetiyan veguherîne pend û derswergirtinê. Her wiha dê bibe pireke di navbera zanist, siyaset û mirovahiyê de, beşdarî û hevparî dike di berfirehbûna naskirina navdewletî ya jenosîdê û lêpirsîna ji encamderên wan tawankariyan.
Rêzdaran:
Di 3ê Tebaxa 2014an de, DAÎŞê hewl da ku pêkhateyeke resen a Kurdistan û Iraqê û çanda pirrengî û pêkvejiyanê ji holê rake. Bi hezaran zilam û ciwanan kuştin, bi hezaran jin û keçên Êzidî revandin û cureyên tawankariyên destdirêjî û koletiyê li hember wan encam dan, bi zorê ola zarokên wan guhertin û ji bo karên xwekujî û terorê, wan rahênan û perwerde kirin. Bi sed hezaran kes ji wan koçber û derbeder bûn û perestgeh û sembolên olî û çanda Êzidiyan, rûbirûyî pêvajoya jinavbirin û ji holê rakirina bi bername bûn.
Ji ber vê yekê, ev tawankarî bûyereke demkî ya dîroka herêmê nebû, belku birîneke kûr a nesaxbûyî ye, her wiha lekeyeke şermezariyê ye di dîroka mirovahiyê de. Her rizgarbûyekî vê jenosîdê, her dê û bavê Êzidî yên ku zarokên xwe ji dest dane, her zarokê ku bê dê û bav û bê malbat û xizm maye, şahidê zindî yê wê karesatê ye.
Herêma Kurdistanê ji destpêka karesatê ve, wekî erka xwe ya niştimanî û mirovî, pêşwaziyê li bi sed hezaran Êzidiyan kir. Bi sedan Pêşmerge bi fermandariya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi can û xwîna xwe, çi ji destê wan dihat kirin, ji bo parastin û berevaniya Êzidiyan û rizgarkirina Şingalê. Me wekî pirseke Kurdistanî muamele li gel wê karesatê kir, ji ber ku Êzidî beşeke resen a pêkhateya Kurdistanê ne.
Rast e, her sal bi gelek awayan û li gelek cihan, bîranîna vê karesata bi êş tê kirin, ev girîng e û pêwîst e berdewam be, da ku nifşên paşerojê jî bizanibin wekî hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê, çi karesat bi serê Êzidiyan de hatiye?! Lê bi piştrastiyê ve ev ne bes e û para Êzidiyan nake.
Cihê daxeke mezin e ku piştî yanzdeh salan ji wê karesatê, hê jî nêzîkî nîvê civaka Êzidî, jiyaneke dijwar di nav kampan de derbas dikin. Zarokên Êzidî hene ku îro yanzdeh salî ne û hemû temenê xwe di jîngeha dijwar û zehmet a kampan de jiyane. Hê jî hêviyeke rastîn ji bo guhertineke erênî di rewş û jiyana wan de nîne. Nikarin bi hêvî li paşerojê binêrin û çarenivîsa wan ne zelal e.
Iraq welatekî dewlemend e, civaka Êzidî wekî welatiyên Iraqî, gelek mafên wan li ser dewletê hene. Pêwîst e Iraq ji vê zêdetir xwedî li welatiyên xwe yên Êzidî derkeve. Erkê me hemûyan e li Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha erkê civaka navdewletî ye ku çi pêwîst bike û bê kirin, ji bo Êzidiyan bê kirin.
Berî her tiştî, pêwîst e bawerî û hêvî ji Êzidiyan re bê dayîn da ku karibin li ser kavil û wêraniyên rabirdûya xwe ya tal, jiyaneke nû ji nû ve dest pê bikin. Ev yek nabe eger dadperwerî ji bo Êzidiyan pêk neyê.
Pêkanîna dadperweriyê ji bo Êzidiyan, ne tenê bi cezakirina tawanbaran û encamderên jenosîdê dibe, belku bi baldana li ser û karkirina ciddî ji bo Êzidiyan dibe ku hemû alî û warên jiyana wan li ber xwe bigre. Bi dayîna piştrastiyê dibe ku careke din rûbirûyî karesateke wiha nebin.
Niha jî piştî yanzdeh salan ji jenosîda civaka Êzidî, ev civak hê jî di şokeke kûr de ye. Şokeke dijwar a derûnî û civakî ku encamên wê dê heta demeke dirêj berdewam bin. Erkê me hemûyan e ku em alîkariya wan bikin û yarmetiya wan bidin ji bo çareserbûn û derbaskirina êşên wan ên derûnî. Tişta ku îro hûn wekî lêkolîner dikin, dê bibe beşeke girîng a wê yarmetî û alîkariyê.
Rêzdaran!
Em li Herêma Kurdistanê wekî her dem ji bo her alîkarî û hevahengiyekê ligel Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo pêşkêşkirina her yarmetiyeke pêwîst ji bo pêkhateya Êzidî amade ne. Parastina pirrengî, pêkvejiyan û qebûlkirina hevdu, li Kurdistan û Iraqê erka pêşîn a me hemûyan e. Pirrengî û hemerengiya civaka Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve, hêz û dewlemendî ye, ne pirsgirêk û metirsî ye, divê em her dem ji bo xurtkirina wan bixebitin.
Îro mafê herî sade û hêsan ê Êzidiyan ew e ku hindek aramî û asayîş li cîh û deverên wan hebe, ku karibin vegerin. Xizmetguzarî ji wan re hebin, karibin berê xwe bidin war û cîhên xwe û jiyaneke nû dest pê bikin.
Ji ber vê yekê, pêwîst e rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û derdora wê bê cîbicîkirin. Bila êdî Êzidî û deverên wan nebin qada hêzên neyasayî û yekalîkirina ajandayên herêmî. Ji bo vê yekê em li gel Bexdayê amade ne ji bo her alîkarî û hemahengiyekê.
Em ê di hewl û karên xwe de berdewam bin heta rizgarkirina dawî revandiyê Êzidî, her wiha ji bo parêzgehkirina Şingalê û ji bo ku komkujiya Êzidiyan bi awayekî berfirehtir li ser asta navdewletî bê naskirin. Tawanbar bêne sizakirin û dadperwerî ji bo Êzidiyan pêk bê, hemû alîkarî û yarmetiyên maddî û derûnî bi dest bixin ji bo şiyandinê û ji bo derbaskirina şoka wan a derûnî.
Spasî û rûmetên xwe ji bo hemûyan dubare dikin ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê, li herêmê û li cîhanê bi her awayekî be alîkariya civaka Êzidî kirine û berdewam in û alîkariya wan dikin.
Hêviya serkeftinê ji bo konferansa we dixwazim. Em hemû piştgiriyekê didin kar, çalakî û konferansên bi vî rengî. Hûn karekî girîng û pêwîst encam didin û xizmeteke mezin pêşkêşî Êzidiyan dikin. Hêvîdar im hûn di vî erkî de serkeftî bin û berdewam jî bin.
Bi xêr hatin..