Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Divê pirsgirêk bi têgihiştinê bêne çareserkirin

2023-09-13T18:59:31.000000Z
Nûçe Kongreyên rojnamevanî
Piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Awusturyayê li Hewlêrê, Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsên rojnamevanan da li ser pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê û hewlên wî yên di vê derbarê da got:

“Me hemûyan hewl daye, mesele ne yek alî ye, Serok Wezîrê me herdem li ser xetê ye digel Serok Wezîrê Iraqê û ez jî li ser xetê me, helbet ji bo Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev pirs pirseke rewaye û mafê me ye, ya girîng eve ku nabe pirsa mûçe têkelî tu pirsên din bê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di dema pêş yasaya bûdceyê da bi cih aniye û bi şefafiyeke herî mezin bi Bexdayê re reftar kiriye, em di wê baweriyê da ne ku dê Bexda jî bi heman şêweyî bi Herêma Kurdistanê re reftar bike. Pirsa mûçe pirsek nîne ku em li ser biaxivîn, ev mafê gelê Herêma Kurdistanê ye weke beşek ji hemwelatiyên Iraqê divê Hikûmeta Federal di zûtirîn dem da kêşeyên mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê çareser bike. Her ji bo vê pirsê em li ser xet in, di van nêzîkan da şandeyeke bilind bi serokatiya Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê darayî dê serdana Bexdayê bikin, em hêvîdarin ev pirs û hemû pirsgirêkên din bi li hevtêgihiştinê digel Bexdayê çareser bikin.

Di bersiva pirsekê da ka dê helwestê Herêma Kurdistanê ji bo qonaxa bê çibe, Serok Nêçîrvan Barzanî got:
"Ev hikûmet niha dema hatiye pêkanîn, ji encama gotûbêjên dûr û dirêj di navbera hemû aliyên siyasî yên Iraqê da hate avakirin. Kurd beşdar bûn, Sunne beşdar bûn û Şîe jî beşdar bûn. Ji bo beşdarbûna di vê hikûmetê da, me rêkeftineke nivîskî heye û em beşeke sereke ya vê hikûmetê ne. Ji ber hindê divê em hemû hewlên xwe bidin ku ew pirsgirêkên hene bi diyalogê digel wan çareser bikin, ji ber ku em beşeke sereke ne di pêkanîna vê hikûmetê da û divê ev pirsgirêk li Bexdayê pir baş bê çareserkirin û mafên mûçegirên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêne cîbicîkirin.

Di derbarê gefên Komara Îslamî ya Îranê bo êrîşkirina ser baregehên partiyên opozîsyonê û hewlên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsê, Serok Nêçîrvan Barzanî got:

Di navbera Bexda û Tehranê da rêkeftina ewlehiyê hatiye îmzekirin û em li Herêma Kurdistanê weke beşek ji Iraqê pêdagirê vê rêkeftinê ne û em naxwazin Herêma Kurdistanê bibe cihê metirsiyê li ser ti cîranên me, ne ji bo Îranê, ne ji bo Tirkiyê û ne jî ji bo tu aliyên din. Di vê çarçoveyê da, bi hemahengî û hevkarî digel Bexdayê hindek pêngavên girîng hatine avêtin û em hêvîdar in ku ev pêngav bibin sedema ti pirsgirêkeke ewlekarî û leşkerî dirust nebe û ez bi xwe bawer nakim ku hêcet ji bo kiryareke leşkerî hebe.

Piştre jî Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê da derbarê proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê da got:

“Di hilbijartinan da, weke ku hûn jî dizanin, pirsgirêk derket û piştî hîngê min roja hilbijartinê diyar kir, niha ev mijar girêdayî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ye ku, min ji Komîsyonê ra name jî nivîsandiye û em hêvî dikin ku ji bo pêkanîna hilbijartinan gavên pratîk bavêjin û hemû alî pêdagirin.

Di derbarê wan hurgiliyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê ra şandiye, Serokê Herêma Kurdistanê got:

“Nexêr, ew yek ne rast e ku dibêjin ew hûrgilî rast nînin, ez dikarim bibêjim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şefafiyeke herî mezin bi Bexdayê ra reftar kiriye. Ew hemû datane hemû hûrgiliyên rastin û tu hurgilî bi şaşî ji Hikûmeta Iraqê ra neşandine. Em, careke din, hêvîdar in ku ev pirs têkelî pirsên siyasî nekin. Pirsa mûçeyê welatiyên Herêma Kurdistanê mafê welatiyên Herêma Kurdistanê ye weke di Destûra Iraqê da hatiye diyarkirin. Em ji Serokwezîrê Iraqê, weke Serokwezîrê hemû Iraqê bi hêvî ne ku pêwîste vê pirsê bi zûtirîn dem çareser bike, Pirsgirêkên me digel Bexdayê ne bi tenê pirsa mûçeye, pirsgirêka Madeya 140ê heye ku, ji bo me gelek giring e, pirsa rêkeftina Şingalê heye ku ji bo me pir girîng e û divê were çareserkirin û ya girîngtir ew e ku bi rastî ya ku divê were çareserkirin ew e ku sîstema Iraqê sîstemeke federalî ye yan jî sîstemeke navendî? Ew reftara niha digel Herêma Kurdistanê tê kirin ew ne reftareke federalî ye û em hêvîdar in bi hevkariya Bexdayê li ser pirsa sîstema federalî li Iraqê bigihin têgihiştineke hevbeş.”

Di derbarê hewlên asayîkirin û jinavbirina nakokiyên navbera YNK û PDKê da jî, Serokê Herêma Kurdistanê got:

“Ger hûn li hemû gotinên min ên salên borî binêrin, hemû tekîde û niha jî ez tekîd dikim ku heya ku em di nav xwe da bi PDK û YNKê ve û aliyên din jî, em hemû rewşê baş fam nekin û bi hev re nebin, dê her dem ev pirsgirêk derkevin holê û yekane çareserî jî divê zimanekî hevbeş peyda bikin ji bo danûstandin û çareserkirina kêşeyên navxwe û yên digel Iraqê jî, ji ber ku ez ji we re bibêjim, pirsa bûdceyê ne girêdayî aliyekî ye, girêdayî tevahiya Herêma Kurdistanê û hemûyan e. Divê hemû aliyên siyasî û gelê Kurdistanê tevî hemû pêkhateyan li ser vê yekê yek helwest bin û bi timamî piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin."

Li ser pirsa gelo dê di vê derbarê da dî li Serokatiya Herêma Kurdistanê civîn çêbibe yan na? Serok Nêçîrvan Barzanî got:

"Nexêr, heta niha na.”

Di derbarê pirsa yekxistina hêzên Pêşmerge, sistebûna pêngavên vê proseyê, nîgeraniyên Hevpeymanan di vê derbarê da û helwesta Amerîkayê ya derbarê peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê dea Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir:
"Pirsa Pêşmerge mijareke girîng e û gazindên mezin hene, bi taybetî gazinde ji YNK û PDKê heye. Amerîkayî gazinan dikin ku pêvajo pir hêdî bi rê ve diçe, raste proses gelek hêdî diçe. Lê ev nayê wê manayê tu kar nehatiye kirin, kar hatiye kirin, lê ew pêngavên heta niha di vî warî da hatine avêtin pêngavên mezin nînin, ez hêvîdar im ku pêngavên mezintir bê avêtin û ev hêz bibin yek. Rola Amerîkayê ew e ku berdewam hewl didin pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê çareser bike. Rola Amerîkayê roleke alîkar e ji bo çareserkirina pirsgirêkan,"

Derbarê rola wî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan da jî, Serokê Nêçîrvan Barzanî got:

“Weke berpirsiyariya min, erê, em dê rola xwe bilîzin û divê em hemû li Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan wê rolê bilîzin.”

Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirseke din da ka gelo Herêma Kurdistanê di warê aborî da şikestiye yan na? got:

"Ez bawer nakim Herêma Kurdistanê di vî warî da şikestiye, li dosyeyên berê binêrin, di vî warî da karekî gelek baş hatiye kirin, pirsgirêk jî hebûn, divê pirsgirêk bi diyalogê bêne çareserkirin, lê di vê proseyê da Herêma Kurdistanê ne şikestiye.”

Di bersiva pirsiyara dawî da derbarê îhtimala serdana wî bo Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî got:

"Weke min ji we re got, birêzan Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr dê serdana Bexdayê bikin. Belê, herdema pêwîst be em dê serdana Bexdayê bikin. Pirsa çûyîna me bo Bexdayê pir normal e û em li vî welatî dijîn, em di cografiyekê da dijîn ku cografyaya Iraqê ye û em beşekin ji vê cografyaya Iraqê û divê serdana me gelek bi normal were girtin û her dema pêwîst be em biçin Bexdayê, emê herin Bexdayê.”