Di daxuyaniyekê de ji bo malpera serokayetiyê, birêz Dilşad Şehab, berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand:
Piştî bi dawîhatina xula pêncem a pêgihandina efseran li Koleja Serbazî ya Sêyem a Qelaçolanê, îro duşemê 25.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, fermana dayîna pileya mulazimî bo (210) beşdarên xulê îmze kir.
Her weha ragihand: Di fermaneke din de Serok Nêçîrvan Barzanî, îmze li ser bilindkirina pileya (95) pilebilindan li ser mîlaka Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê – Rêveberiya Giştî ya Asayîşê kir. Ev her du ferman ligel îmzekirina wan, ji îro ve ketin warê cîbicîkirinê.