2023-12-09T09:03:09.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, şeva înî 08.12.2023ê, ji bo lêkolînkirina bûyera şewata avahiyekî li bajarê Soranê ku, di encamê da hijmareke welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û hejmareke din jî birîndar bûn, telefona birêz Helgurd Şêx Necîb Serpereştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji malbat û kesûkarên qurbaniyan ra sersaxiyê xwest û hêviya başbûna bilez ji birîndaran ra xwest û ji bo hevkarî û alîkariya birîndar û lêqewmiyan hemû berheviya xwe nîşan da.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, di vê peywendiya telefonî da, Serpereştê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê û aliyên peywendîdar raspartin ku, hemû rêkar û tedbîrên pêwîst ji bo nehîştina bûyerên bi vî rengî yên diltezîn werbigirin.