2023-05-11T18:15:01.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê roja pêncşemê 11.05.2023ê li Barzan, di merasima vekirina Bîranîngeha Neteweyî ya Barzanî da, di derbarê rewşa siyasî de bersîva pirsên rojnamevanan da.
Di destpêkê de bersiva pirsekê da derbarê wê peyama Serok Barzanî di gotara xwe ya merasimê da pêşkêşî aliyên siyasî kirî, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Peyama cenabê Serok Barzanî peyama aştî, peyama hevqebûlkirin û peyama bi hev ra rûniştinê bû. Bi piştevaniya Xwedê, ew peyam dê bibe destpêkek baş ku hemû ali li hev bicivin û hemû arîşe û pirsgirêkan li ser maseya diyalogê çareser bikin, bi dîtina min ev girîngtirîn peyam e ku îro ji Herêma Kurdistanê derçû."
Derbarê pêşhatên dawî yên nakokiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pirsa hilbijartinan, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Ev Destpêşxeriya Serok Barzanî gelek zelal e. Daxwaz dike hemû alî bi hev ra bicivin. Ez di wê baweriyê da me ku, ev dê destpêkek baş be ku, bi rêya diyalogê hemû pirsgirêkên di navbera hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê da çareser bibin."
Derbarê civîna aliyên siyasî ji bo çareserkirina nakokiyan jî, rêzdarî got: “Ya girîng ewe ku, aliyên siyasî bicivin û li her cihê bicivin, em piştevaniya wan dikin. Peyama îro ya Serok Barzanî ew bû ku, aliyên siyasî di zûtirîn dem da bicivin."
Peyama we ya ji bo lidarxistina hilbijartinan çiye û îhtîmala lidarxistina hilbijartinan çiqas e? Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Min li gor erkê xwe yê yasayî û wekî erkek ji desthilata min weke Serokê Herêma Kurdistanê, min roja hilbijartinan diyar kiriye. Ya mayî jî li ser Parlementoyê dimîne ku, divê komîsyonê ji nûha ve ava bikin û kar bê kirin. Niha em li benda wan gavan in û hêvîdar im ev gav bên avêtin piştî hemû alî li hev rûnên û wan gavan jî çareser bikin û di roja ku me diyar kiriye da hilbijartin bêne kirin.
Di bersiva pirseke din da, gelo ev rêkeftin dê çiqas bandorê li Bexdayê bike, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Rêkeftina Herêma Kurdistanê ya digel Bexdayê di çarçoveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hatiye kirin, lê rêkeftineke din jî hatiye kirin ku rêkeftina avakirina hikûmeta Iraqê ye ku, ew jî Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ye ku, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê her du bi hev ra tê da beşdar in. Bê guman em weke hêzên siyasiyên Kurdistanê bi hev ra bin, em dikarin zêdetir mafên Herêma Kurdistanê bi dest bixin. Heta Nuha di çarçoveya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê da PDK û YNKê û ew aliyên tê da beşdar in li Bexdayê hevahengiyeke baş hatiye kirin. Ez hêvî dikim ku li Kurdistanê em bibin şahidê qonaxeke nû; lihevkirin, lihevtêgihiştin û karkirina hevbeş ji bo xizmetkirina hemû Kurdistan û hemû Iraqê."
Di bersiva pirsekê ka pêşbîniya wê yekê dike ku projeyasaya budceya Iraqê di vê mehê da bê pesend kirin, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Tişta ku duh Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê biryar li ser daye ewe ku, demek destnîşan kiriye ku, heta 17 û 18 vê mehê budce bê pesend kirin".