Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî êrîşa li ser Kormorê şermezar dike

2024-04-27T10:53:25.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Ez êrîşa firokeyên bêfirokevan ya li ser zeviya gazê ya Kormorê li navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar dikim ku, ji bo egera birîn û kêmbûna berhemanîna elektrîkê û jikarketina wê wêstgehê êrîş kiribûn. Mixabin di encamê vê êrîşê da çend kesek şehîd û birîndar bûn.

Di demekê da ku, ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan ra dixwazim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dikim, ez dupat dikim ku ev êrîş aramiya welat dixe di bin metirsiyê da û divê aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Federal ya Iraqê erkên xwe pêk bîne da ku pêşî li van êrîşan bigre û tawanbarên wan, ji kîjan alî be bila bibe, bibîne û li gorî qanûnê bêne sizakirin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26.04.2024