2025-10-27T16:44:00.000000Z
Îro Duşemî, 27.10.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, fermana herêmî ji bo damezrandina nahiyeya Berdeqaraman di sînorê parêzgeha Silêmaniyê de îmze kir, ku wê ser bi qezaya Bazyan be.
Damezrandina nahiyeya Berdeqaraman, ku ji îro ve dikeve qada cîbicîkirinê, wê baştir bersîva daxwaz û çaverêyiyên welatiyên nahiyeyê û gundên wî sînorî bide, her wiha wê bibe alîkar û piştgir ji bo pêşxistina xizmetguzariyên giştî û karûbarên îdarî li wê deverê.