Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî gihişt Enqerê

2023-06-03T11:33:08.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 03.06.2023ê, li ser vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna merasima destbikarbûna birêz Recep Tayîp Erdogan Serokomarê Tirkiyê da gihîşt Enqerê.

Serok Nêçîrvan Barzanî digel hejmareke serok, serkirde û berpirsên bilind yên welatên biyanî dê beşdarî merasîma destbikarbûna Serokomar Recep Tayîp Erdogan bibe û paşê dê beşdariyê di şîvê da bike ku bi helkefta sondxwarina wî tê sazkirin.