Êvara îro pêncşemê 12/02/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi vexwendineke fermî ji bo beşdarîkirina di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de, gihîşte Almanya.
Di konferansê de Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û geşedanên herêmê bi giştî, dê çend hevdîtin û civînan li gel serkirde û berpirsên bilind ên welatan û beşdarên din pêk bîne.
Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ku salane bi beşdarîya hejmareke zêde ji serkirde û berpirsên bilind ên welatan tê lidarxistin, derfeteke ji bo danûstandina bîr û ramanên di derbarê pirsa ewlehî û aramiyê û pirsgirêkên cîhanî û gotûbêjkirina çareseriyan ji bo pirsgirêk û alozîyan.