Berî nîvroya îro çarşem 15.03.2023 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, beşdariya Dîdara Silêmaniyê da kir ku Zanîngeha Amerîkî li Iraq - Silêmanî, salane encam dide.
Li hevdîtinê de ku birêz Mihemed Şiya Elsûdanî Serok Wezîrê Iraqa Federal û hejmarek ji berpirsên bilind û kesayetiyên siyasî û akademî û lêkolîner û rojnamevan amade bûn, birêz Serokê Herêma Kurdistanê gotarek di derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û astengî û derfetên li pêşiya wan pêşkêş kir û tekez li ser girîngiya karê pêkveyî û yekrêzî û tebayî û bi cîhkirina destûrê kir.
Eve jî naveroka wê ye:
Amadebûyên hêja..
Birêz Serokwezîrê Iraqê.
Birêz Serokê Dezgeha Dadwerî ya Iraqê.
Beyanî baş,
Bixêrhatina we dikim, spas ji bo birayê min yê birêz Dr. Berhem Salih û Serokatiya Zanîngeha Amerîkî ya Iraq-Silêmanî ji bo berdewamiya sazkirina Dîdara Silêmanî ya salane.
Bi helkefta kîmyabarana Helebce bejna xwe li ber giyanê pakê şehîdan ditewînim. Em hemû deyndarê qurbaniyên xelkê Helebce ne. Bi salan e me gelek kar û xebat kir ku Helebce bibe parêzgeh, ji bo qerebukirin û xizmetkirina xelkê wê.
Li ser navê xelkê Helebce û tevahiya Herêma Kurdistanê spasiya birayê birêz Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal dikim ku bi dilsozî kar ji bo temamkirina rêkaran kir. Herwesa spasiya wan hemûyan yên ku, pêştir li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo bi parêzgehkirina nozdehemîna Iraqê û Helebceyê kar kirine dikim.
Ez daxwazê ji Hikûmeta Federal dikim ku bûdceyeke taybet ji bo avakirina Helebce û qerebûkirina malbatên qurbanî û birîndaran terxan bike. Hewldanên Hikûmeta Federal û Serokwezîr ji bo girîngîdan bi Helebce û qerebukirina ziyanpêketiyan gavên destûrî ne ku, bi biryarên dadgehê li dijî tawanbarên rejîma Iraqî ya berê têne piştgirîkirin. Ev bi temamî karekî destûrî û yasayî ye ji bo xelkê Helebce bê kirin.
Birêzan.
Amadebûyên birêz.
Em li Herêma Kurdistanê bi hemû awayî piştgiriya hikûmet û gavên birêz Serokwezîrê Iraqa Federal dikin. Ji dema destbikarbûna xwe ve, li ser bingeha rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ji bo pêkanîna hikûmetê weke nexşerêyekê, hewl daye ku rewşeka aramiya siyasî li Iraqê çêbike û girîngiyê bi hemû navçe û pêkhateyên Iraqê bide û hêvîdarîn ew rêkeftin û yasa jî bêne bi cîhkirin.
Rêkeftina ku di çarçoveya projeyasaya bûdceyê da hatiye kirin, ji bo tevahiya Iraqê, Herêma Kurdistanê jî di nav da, tiştekî gelek baş e û ji bo Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî cihê destxweşiyê ye. Em li bendê ne ku, ev arasteye berdewam be û Yasaya Neft û Gazê jî bi heman ruhê hevkariyê di navbera her du aliyan da were derxistin.
Amedebûyên birêz.
20 sal bi ser proseya azadkirina Iraqê re derbas bûne û ev civîn derfeteke baş e ji bo nirxandineke girîng ku ji bo paşerojê kêrhatî be, lê gelek girînge ku nirxandin dûr be ji tawanbarkirina hev du li ser şikestinan. Ji ber ku ev metodek bikêrhatî nîne û em hemû di şikestinan da beşdar in, em hemû bi hev ra, kêm û zêde, di serkeftinanan da beşdar in. Gelek bin ew serkeftin û şikest an jî kêm bin.
20 salên borî tevî hemû kêmasiyan, ji serdema dîktatoriyê cuda bû, bi kêmanî gelê Iraqê azadiya xwe bikar anî da ku zindîtiya xwe li herêmê nîşan bide. Qonaxa opozisyona Iraqê her ji Kongreya London û Selahedînê, heta ku damezrandina Encumena Hukim û nivîsîna destûrê serkeftî bû. Lê piştî hîngê ji rê derketin û şaşiyan hêdî-hêdî dest pê kir û bû egerê serhildana pirsgirêk û aloziyên mezin, ev hemû jî ji egerê nebûna diyaloga avaker di navbera aliyan da û bicîhnekirina destûra Iraqê bû.
Armanca Iraqiyan ya ji bo avakirina Iraqeke demokratîk, piralî, şaristanî û aramî rastî şikestineka mezin hat. Ji ber wê jî beşdariya xelkê di proseya demokrasiyê da bi awayekî berçav kêm bûye, ku vê jî bandoreke gelek metirsîdar li ser paşeroja proseya demokrasiyê heye, bi taybetî ku di dema derbasbûyî da Îraq bi sedema dîktatoriyê bi milyonan kes û milyaran dolar ji dest daye û bi dehan salên temenê nifşan xiste nav tundûtûjî û cengê da.
Civaka sivîl û mafên medenî yên xelkî û jinan bi taybetî, zirareke mezin dît. Vê yekê careke din astengiyek mezin li pêşiya pêşketina civakî û jiyana nûjen li Iraqê çêkir. Vê yekê zerareke mezin da şiyana Iraqiyan ji bo însiyatîf û afirandinê.
Dikarim we piştrast bikim ku eger mafên medenî bi awayekî pêşbînîkirî wek ku di destûrê da heye ji bo xelkê Iraqê garantî bikiraya, nuha civakeka gelek afirênertir me hebaya û me li Iraqê civakeke bextewar didît.
Pirbûna navendên biryardanê, bikaranîna çekên dewletê di nakokiyên siyasî yên navxweyî da, şikandina baweriya pêkhateyên Iraqê bi wekhevî, beşdarî û hevbeşî di biryar û birêvebirina welat da, ziyaneke gelek mezin bi prosesa siyasî û saziyên Iraqê gihandiye.
Yên ku destûr nivîsandin ji bawerî, netew û pêkhateyên cuda yên Iraqê bûn. Hemû daxwazên her kesî bi temamî di destûrê da nehatine nivîsandin û nehatine çespandin, lê hemû di wê baweriyê da bûn ku destûreke baş nivîsandine ku dikare Iraqê bike Iraqeke hemûyan, Iraqeke federal, demokratîk û pêşketî.
Lê mixabin destûr nehatiye cîbicîkirin. Di sala 2017ê da li Herêma Kurdistanê komîteyeke pispor 57 madeyên destûrî yên girêdayî sîstema federalî û mafên Herêma Kurdistanê destnîşan kirin ku heta niha jî nehatine cîbicîkirin! Ji ber hindê xelkê Herêma Kurdistanê hest bi wê yekê nakin ku sîstema federalî Iraqê hatine cîbicî kirin. Eger federalî li gor destûrê cîbicî bikiraya, xelkê Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê nuha hest bi wekhevî û hevbeşiya rasteqîne bikiraye.
Gelek kes Herêma Kurdistanê bi necîbicîkirina destûrê tometbar dikin! Piştî 20 salan em nabêjin em li Herêma Kurdistanê bê xeletî ne. Me hemûyan li Iraqê xeletî kirine, lê divê em ji xeletiyên berê dersê werbigrin. Serok Mesûd Barzanî û xwedê jêrazî Serok Mam Celal Talebanî ji bo cîbicîkirina destûrê gelek hewl dan.
Serok Barzanî çendîn car hişyarî daye ku dest ji desturê berdane û ev yek jî dê Iraqê têk bibe. Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê hest bi berpirsiyariyeke mezin kir ji bo cîbicîkirina destûrê, weke wefadariyek ji bo hemû pêkhateyên Iraqê. Ji bo sererastkirina destûrê em amade ne her tiştî bikin. Piştî 20 salan divê em hemû berpirsiyariya hevbeş bigirin ser xwe û çareseriyek wisa bibînîn ku em hemû xwe li vî welatî de û proseya siyasî de bi serkeftî bizanîn.
Birêzan
Guhertina av û hewa heta sala 2050 dê bibe sedema wê yekê ku 1,2 mîlyar mirov neçar bibin ji cîh û warên xwe koç bikin. Mixabin li gorî lêkolînên Banka Cîhanî û Neteweyên Yekbûyî, Iraq yek ji wan 5 welatane ku herî zêde zirar dibîne.
Ev mijareke pir ciddî û jiyanî ye, ji bo dîtina çareseriyê divê em gelek diyalogê bikin. Ji bo kêmkirina ziyanên van guhertinan li ser Iraqê û kêmbûna avê divê em bi welatên herêmî, bi taybet Tirkiye û Îranê ra gelek gotûbêjan bikin.
Konferansa heftiya borî ya li Besrayê û piştevaniya Netewên Yekgirtî û welatên dost di bername û gavên Iraqê da cihê hêvî û kêfxweşiyê ye.
Metirsiyeke din li Iraqê piştbestina bi petrolê ye weke çavkaniya sereke ya dahatê. Ji ber guherîna av û hewayê, hewlên bilez yên ji bo guhertina çavkaniyên enerjiyê û awayê jiyanê li cîhanê, jiyana xelkê Iraqê di paşerojê da dê bikeve bin metirsiyek gelek mezin. Bi taybetî ku nifûs gelek zêde dibe û zêdekirina beşê bikarxistinê di bûdceyê da karê hikûmeta federal gelekî zehmet kiriye.
Pêwîstiya Iraqê bi planeke stratejîk û gelek projeyên cuda heye. Divê pereyek zêde li projeyên stratejîk xerc bike da ku welat ji bo jiyanê ewle bimîne. Lê belê, xerckirina dahatê ji bo meaş, ku ew jî beşê herî mezin ji bo kirîna pêdawîstiyan diçe derve, wisa dike ku metirsî zêdetir bibe.
Amadebûyên birêz
Iraq bi çavkaniyên mirovî û xwezayî dewlemende. Dikare bi awayekî herî baş were îstîsmarkirin ku bibe yek ji welatên pêşketî û cihê xwe yê şayeste li navçe û cîhanê bigire. Bibe lîstikvanek diyar ku di xurtkirina aştî, seqamgîrî û aramiyê da rolek bi bandor bilîze û bibe navendek girîng li herêmê.
Ji bo Iraqeke wiha ku em dixwazin, divê Iraqî bi hemû pêkhateyan, bi hev re bixebitin û berpirsyariya hevpar bigirin ser xwe. Armanc û ajandayeke niştimanî Iraqî ku berjewendiyên bilind ên welat diparêze, hemûyan li hev kom dike.
Divê hemû pêkhate, ji her netewe, ol û mezheb bin, divê hest bikin ku Iraq welatê wan e. Divê em hemû bi hev ra kar bikin ku acandayê Iraqê li Iraqê bi serbikeve. Divê îrade, biryar û serweriya Iraq û Iraqiyan bê parastin.
Di rewşa niha ya siyasî, ewlekarî û aborî ya navçe û cîhanê da, Iraq û Herêma Kurdistanê jî di nav da, digel gef û derfetên mezin rûbirû ye. Niha dema diyalogeke vekirî û wêrekane ye. Dem hatiye ku em hemû li Iraqê bi hev ra, ji dîtineke hevbeş temaşa li paşeroja vî welatî bikîn.
Bi hev ra karkirin, biratî, yekrêzî, bi hevkarî û berpirsiyariya hevpar em dikarin hemû zehmetî û dijwariyan derbas bikin. Derfetan jî ji bo niha û avakirina paşerojeke baştir, welatekî bihêztir û pêşketî, îstîsmar bikin
Li Herêma Kurdistanê jî divê pirsgirêk û nakokiyan bi giyanekê yekrêzî û biratî û bi hev ra çareser bikin. Di vî warî da hewl û gavên aliyên siyasî yên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya hilbijartinan dilxweşkerin.
Em li Serokatiya Herêma Kurdistanê dê li ser kar û xebatên xwe yên ji bona derbaskirina pirsgirêk û nakokiyan berdewam bin. Em dê bi hev ra kar bikin ji bo roja hilbijartinan diyar bikin û pêvajo di dema xwe da bi rêve biçe.
Ez dîsa ji Silêmaniyê bi xêrhatina we hemûyan dikim. Gelek spas.