2022-06-09T09:12:21.000000Z
Êvariya îro çarşemê 08.06.2022 bi amadebûna birêzan Dr. Berhem Ehmed Salih Serok Komarê Iraqa Federal, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, hejmarek ji berpirsên hizbî û hikûmî yên Herêma Kurdistanê û nûner û mîhvanên welatên biyanî û Iraqî û mamosta û kesayetiyên akademî, li Silêmaniyê rêwresma derçûna xula yazdehema xwendekarên Zanîngeha Amerîkî li Iraq - Silêmanî birêveçû.
Di rêwresmê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî teksta wê ye:
Birêz Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê...
Birêzan Serok û Mamostayên Zanîngehê û Serok û Endamên Desteya Zanîngehê..
Amadebuyên birêz... Êvara we baş û bixêrhatin
Xweşhalim ku îro ez li Silêmaniyê me, li cîhek giring ku Zanîngeha Amerîkî ye, di helkefteke gelek xweş da ku ew jî rêwresm û ahenga derçûna 291 xwendekarên vê zanîngehê ye.
Di destpêkê de, ez dixwazim pîrozbahiyê li yek bi yekê xwendekarên derçû bikim, her wiha pîrozbahiyê li dayik û bavan dikim. Gelek spasî Serokê Zanîngehê û hemû mamostayên Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê dikim, ji bo pêgihandina vê hejmara gêncên me yên xweşdivî.
Her li vir, ez bi pêwîstî dizanim pîrozbahiyeke taybet pêşkêşî wan 32 derçuyan bikim ku xelkê Efxanîstanê ne û îro li vê zanîngehê derdiçin. Hêvîdarim bi wê zanista li vir wergirtine bibin piştevan ji bo pêkanîna hêvî û armancên gelê xwe. Spasî wan hemû aliyan dikim yên ku derfet rexsandin ku ev xwendekar li vê zanîngehê bixwînin, çi ewên ku li Amerîka yarmetiya van xwendekaran da, çi Serok Komarê Iraqê ku ez agahdarim gelek bi heyecan bû ji bo anîna van xwendekaran daku ev derfet ji destên wan neçe û berdewam bin li xwendinê, ez pîrozbahiyê li wan dikim.
Pîrozbahiyê li damezrênerê Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê, heval û birayê min yê xweşdivî, Dr Berhem Salih Serok Komarê Iraqê dikim ku herdem kar ji bo pêşketina vê zanîngeha giring ya Kurdistan û Iraqê dike.
Derçuyên xweşdivî...
Îro destpêkirina qonaxeke giring û nû ya jiyana we ye. Ew jî çûna nav jiyana praktîkî û meydana karÎ ye. Dinyaya derveyî zanîngehê ji astengan tijî ye, lê belê tevî vê jî ji derfetan jî tijî ye. We zanisteke zêde û bawernameyeke giring vêye. Ji bo wê yekê hûn dikarin ji îro ve ji bo xwe û ji bo welatê xwe dest bi dirustkirina paşerojeke giring bikin. Kar peyda bikin, her derfeteke kar ku dest we bikev ji dest nedin. Paşî bi xewnên mezin û karên zêdeyê xwe, hûn dikarin kar û derfetên gelek mezintir bi dest ve bînin.
Daxwazê ji we dikim bibin binyatnerê dinyayekî nû. Dinyayek ku hûn dixwazin. Dinyayek ku di dirustkirina wê da kur û keç wekî hev beşdarin û hevkarin. Cihê dilxweşiyê ye ku rêjeyekî hevseng ji kuran û keçên serkeftî li vir dibînim. Eve hêvîbexşe, ji ber hêmaye ji bo wan kesên ku li binyatnana paşeroja vî welatî da, her du regez pêkve beşdarin û berpirsiyariyê hildigrin.
Mixabin dîroka welatê me pire ji ceng û çewsandin û wêraniyê. Nifşên berê jiyaneke gelek dijwar hebû. Berevanî û xebateke zêde kirin bo ku hûn ji wan xweşbexttir û baştir bijîn û derfetên baştirê xwendin û pêgihiştinê we hebe. Ji ber wê gelek girInge hûn îro geşbîniyê belavbikin û dilgermiyê ji bo paşerojeke baştir bidin hemû gelê Kurdistanê û gelê Iraqê.
Pêwîste armanca we ya serekî we be ku jiyana xwe baş bikin û jiyanê li welatê me berev pêşve bibin û xweş bikin. We bawerî bi xwe hebe, bawerî bi şiyanên xwe hebe. Di warê piraktîdê da û di dema karkirinê da sûd ji wê zanistê werbigrin ku we bi dest aniye.
Karê we dawî nehatiye. Berpirsiyariya we proseyek bê dawî ye, her rojek ku şiyanên xwe pêşkêş dikin, her rojek ku beşdariyê dikin di baştirkirina jiyana kesên din da, zêdetir mil didin berpirsiyariyê.
Karê we îro dest pê dike. Dibe ku dijwarî û berbest bêne ser rêya we, lê belê pêwîste berdewam bin û ez piştrast im ku serkeftin her ji bo we ye. Hûn dikarin di kar da serkevin, ji ber ku hûn di xwendinê da serkeftin. Armanca we divê mezin be, daku pêngavên we û karên we mezin bin. Divê guherîna civakê ber bi civakeke baştir, guherîna birêvebirina welat ber bi baştir, armanca we be.
Hûn dikarin wê bikin, ez piştrast dibêjim ku hûn dikarin, ji ber ku rêyên zanistî yên wê guherînê hûn li vê zanîngehê û li zanîngehên din fêrbûne û dikarin wê guherînê ber bi baştir li vî welatî da dirust bikin. Hûn hêza mezin ya pêşketin û guhertinan in di vî welatî da, jiyana xwe baş bikin û welat û civakê jî pêş bixin.
Derçuyên xweşdivî...
Hûn xelkên navçeyên cûdayên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din yên Iraqê ne, her wiha hinek ji we jî ji derve hatine, vê zanîngehe hûn pêkve komkirine û hûn jî pêkve serkeftin. Hûn li vir fêr bûn ku serkeftin di pêkvebûnê da hêsantir e. Jiyan di pêkvebûnê da xweştir e. Ew xweşdivî û pêkvebûna ji vir fêr bûn, bibin hemû Iraqê. Biraderên xwe yên zanîngehê ji bîr nekin û peywendî û xweşdiviya xwe ya li gel hevdû biparêzin.
Hûn pêwîste hevbeşî û pêkvekarkirinê bikin kultûr. Hûn pêkve dikarin kar li ser berfirehkirina maf û azadiyan bikin. Hûn law û ciwan dikarin herdem destpêşxer bin ji bo çareseriya pirsgirêkan. Divê hû dirustkirina biryarê li ser bingeha pêkvejiyanê û zanistê bikin kultûr, wiha welat pêş dikeve.
Niha xwendingeh û zanîngehên baş hene li Herêma Kurdistanê. Ev jî ji bo min herdem yek ji mezintirîn armancan bûye. Ji ber ku pêşketina welat ji vir ve dest pê dike. Gelek pêwîste zanîngeh roleke zêdetir hebe û zêdetir têkilî civaka Kurdistanê bibe.
Êdî ji bo wê yekê daxwazê ji we dikim ku amade bin ji bo wan hemû asteng û berpirsiyariyên têne rêya we. Bê hêvî nebin û welatê xwe bi cîh nehêlin. Bibine hêza çareserkirina arîşeyan. Bibin hêza nehiştina kêşeyan û bibine beşdarê serekiyê dirustkirina jiyaneke nû di vî welatî da. Piştrast bin dinyayeke baş ji xwe ve dirust nabe, belku pêwîste bi karên we yên berdewam ev dinyaye li Kurdistan û li Iraq dirust dibe.
Dinyayeke baş û welateke pêşketî, pêwîstî bi we heye. Hûn divê li vir bikin cîhek baştir ji bo me hemûyan. Hûn beşekin ji wî nifşê hişyar yê îro pêdigihe û dizane ku divê jîngeh û hesareya me ji têkçûneke gelek metirsîdara avuhewayê biparêzin û çêbikin.
Derçuyên xweşdivî...
Amadebuyên birêz...
Li ser asta siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, tenê rê ji bo pêkvejiyanê, hevdûqebûlkirin û hevdûtêgihiştin û pêkve nermî nîşan dane. Me ji bilî lêborîniyê bijardeyekî din nîne! cîgirê aştî û pêkvejiyanê, pêkhatiye ji ceng û îhmalkirina hevdû. Welat niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi aştî û pêkvejiyanê heye, lê belê aştî û pêkvejiyan pêşmerca xwe heye. Pêşmerca wê pêkvejiyanê jî pêkhatiye ji xwesteka hevdûnêzîkbûn û ji hevdûtêgihiştinê.
Serkirdeyên Iraqê hemû hest bi metirsiya vê rewşa niha ya welat dikin, di demek da ku çareseriya pirgirêkên welat û dawîanîn bi wê xetimîn û binbesta siyasiya li welat, di destê biryar bidestên welat daye. Pêngava yekem ya çareseriyê jî pêkhatiye ji xwestek û îradeya ji bo çareseriyê. Eger bêt û her yek ji me pêngavekê ber bi çareseriyê bavêjîn, pêngavên kirdarî, hîngê em dê di gelek xalên hevbeş da yekdigrin û dawî bi wê rewşa neasayî ya welat tînîn ku gelê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir û rewşeke baştir e.
Li Iraqê me û hemû pêkhateyan, bi zorîne û kemîne ve, di nav jiyaneka hevbeşdayîn, çarçoveya yek welat me kom dike, yek destûr maf û hêjayiyên me pênase dike. Di wê çarçoveyê da me dîrokeke hevbeş heye. Mebesta min dîroka niha ya Iraqa federal e. Em hemû pêkve li nihayeke hevbeşdayîn, paşeroj û çarenusa me jî li çarçoveya sînorê Iraqê da hevbeşe.
Xweşdiviyan...
Dixwazin wê rastiyê bi bîra hemû aliyek bînim: Iraqa nû ya federal ku sîstemeke Parlemenî demokrasî heye, bi beşdariya me hemuyan pêkhatiye. Hemû pêkhat di dirustkirina vê Iraqa nû de beşdar bûn. Her ji bo wê yekê jî pêşmerca mayina Iraqê û ber bi pêşveçûna Iraqê, pêkhatiye ji parastin û çespandina mafê hemû pêkhateyan.
Em wekî Herêma Kurdistanê, çareseriya kêşeyên Iraqê di bicîkirina destûra bingehîna Iraqê da dibînîn û daxwaziyên me li Iraqa federal destûrîne, mafin. Tişteke zêdetirê wê ku di destûra Iraqê da heye, daxwaz nakîn û me daxwaz jî nekiriye. Li vê nêrînê ve ez wekî Serokê Herêma Kurdistanê bangehêştî hemû aliyên siyasiyên Iraqê dikim ku li ser bingeha destûr û bi serwerkirina yasa, hewla çareserkirina wan hemû kêşeyan bidin ku îro rûbirûyê welatê me bûne.
Em amadene ji bo hemû hevkariyekê. Daxwaza me heye û me pêngav avêtine ber bi çareserkirina rewşa welat. Em li wan pêngavan berdewam dibîn heta ku digihîn çareseriyek ku Iraq ji wê rewşa ku îro têdaye derbas bibe.
Derçuyên xweşdivî...
Li dawiyê de berê axaftina xwe didim we. Xwendin û zanist rêya serekiya pêkanîna xweşguzeranî û pêşketina welatin. Bîr û hizra we bi zanist pêşketiye. Daxwazê ji we dikim welatê xwe pêşbixin. Çavê me li hîmmeta we ye ji bo pêşxistina vî welatî.
Dîsa ji kûratiya dilê xwe pîrozbahiyê li we her hemûyan dikim û demeke xweş ji bo we hemû aliyan dixwazim û gelek spas ji bo hemû aliyek.
Gelek spas...