2023-10-08T11:49:32.000000Z
Îro yekşemê danê sibê 08.10.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Ehmed Îbrahîm El-Zahirî Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê da, tevî gihandina silav û rêzên Serokê Îmaratê bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Ahmed Îbrahîm Alzahirî Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî nameya vexwendinê ya Serokê Îmaratê birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan da destê Serok Nêçîrvan Barzanî ku serdana Îmaratê bike û beşdariyê di Lûtkeya Cîhanî ya Av û Hewayê (COP28) da ku biryare di 1-2ê kanûna yekem da li Expo Dubai were li darxistin ku hevdeme digel Roja Neteweyî ya Îmaratê.
Civîn di çarçoveya gera 28emîn a Konferansa Guhertina Av û hewayê ya aliyên rêketî Neteweyên Yekbûyî ku Îmarat serokatiya wê gerê dike û li ser bingehê rêkeftina Konferansa Parîsê dê mijarên girêdayî guherîna av û hewayê, çawaniya rûbirûbûna encamên wê û rola welatan di kêmkirina metirsiyên wê de gotûbêj bike.
Derfetên veberhênana Îmarat li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li navçeyê û mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş di civînê da hatin gotûbêj kirin.