2022-06-08T08:01:37.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 07.06.2022ê li bajarê Dihokê, beşdarî di merasima derçûyên dewra çarê ya xwendekarên Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê kir.
Di vê merasimê da birêzan; Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Iraqê, Nûnera Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Iraqê, Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û hejmareke berpirsên bala û Wezîrên hikûmetê amade bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi vê minasibetê peyvek pêşkêş kir û evê li jêr jî teksta peyva Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Derçûyên hêja
Mêvan û amadebûyên rêzdar
Êvara we bi xweşî be
Bixêrhatina hemû mêvanên hêja dikim, bi taybetî mêvanên biyanî yên ku zehmet kêşayî û digel me beşdarin di vê rêwresmê da. Bixêrhatina hemûyan dikim, hemû bi xêr bên serçavan.
Herdema ji bo her rêwresmekê em tên bo Dihokê, Dihoka rengîn, dilê me xweş dibe. Ez kêfxweşim ku careka din, di rêwresmeka din ya derçûna qutabî yên xweştivî yên Kurdistanê da li bajêrê Dihokê bi dîdara we hemûyan şad dibim. Hûn hemû gelek bi xêr hatin.
Di vê rêwresma derçûna xula çarê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê da, em hemû bi hev ra bi xweşî û serkeftina van qutabiyan şadin. Pîrozbahiyê li wan dikim, pîrozbahiyê li malbatên wan, kesukar û mamostayên wan yên hêja dikim ku îro di vê rêwresmêda digel me beşdarin.
Derçûyên hêja..
Bi germî û ji dil pîrozbahî û destxweşiyê li we dikim ji bo mandîbûn û zehmeta ku we di rêka serkeftinê da kêşayî. Îro her yek ji we, çîrokeka serkeftinê ji bo Kurdistanê tomar dike. Her yek ji we, cihê şanaziya me hemûyan ne. Em şanaziyê bi we dikin. hûn hêviya paşerojê û serkirdeyên paşerojê yên vî welatî ne, ke ez gencên wekî we dibînim, hêvî û umêda paşerojeka geştir ji bo welatê me di we ra dibînim. Hebûna we, gehişitina we ji bo vê astê, şadiyê têxe di nav dilê me hemûyn da. Bawerîyeka zêdetir ji bo me dirust dibe bi paşeroja welatê me li Kurdistanê.
Dema hûn îro ber bi qonaxeka nû ya kar û berpirsiyariyê ve gavan diavêjin, divê hûn ji bo ew şansê we heye spasdar bin. Spasdar bin bo bav û bapîrên we, wan ew şans nebû, lê ew şans daye we. Wan xebat û Pêşmergayetî kir. Bi giyanê xwe, bi xûna xwe berevanî ji welatî û ji azadîya welatî kir, daku îro hûn azad bin û bikarin li welatê xwe li zanîngehê bixwînin. Şerefmendim ku îro ez li bajêrê Dihokê dibînim ku Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê, serkeftiyane sal bi sal bi pêş ve diçe û kadroyên baş û jêhatî perwerde dike ji bo vî welatî. Pêdiviye bi zorî û zehmetiya wan bizanin û çu cara zehmetiya bav û bapîrên xwe jibîr nekin ku azadîya îro berê xûn û ked û xebata wane, ya şehîdane ku îro em berhemê wê dibînin û bi azadî û bi kêfxweşî pêkve ahenga derçûna van xwoşewîstan digêrînin.
Heta niha wan erkê xwe bi hemû dilsozî ve yê bicî anî, ax û azadî ya vî miletî ya parastî. Hûn jî îro pêdiviye bi dilsozî di hemû warên jiyanê da dest bidin xizmeta miletê xwe û welatê xwe. Bi zanist û zanîn û marîfeya ku we bidestveaniye, pêdiviye gelek serkeftinên mezin tomar bikin, rolê xwe yê karîger û dahêner ji bo avakirina welatî û pêşvebirina civaka Kurdistanê, bibînin.
Hûn êdî dê bine dînamoya pêşvebirina welatî. Pêdiviye hûn bibin hêvênê pêşkeftina civakî, zanistî û marîfî. Pêdiviye sîstemê rêvebrinê û civakê ji bo astekê gelek bilindtir ji yê îro bibin. Eve ne erkekê hêsane, lê pêdiviye hûn xwe venedin û serkevin. Her wekî çawa we xwe veneda, û we şev û roj kirin yek û bi awayekî serkeftî qonaxên xwandinê derbas kirin, pêwîste vê qonaxa din jî derbas bikin û bi xweşî û serfirazî xizmeta welatê xwe bikin.
Derçûyên hêja..
Di qonaxa nû ya jiyanê da, her yek ji we, di her warekî da dest bi karekî bike, çavê me yê li hîmmeta we ku hûn xwedî vîsyon bin, bawerî bi xwe hebe, dûrbîn bin, profesyonal, destpêşxer, dahêner, binyatner û berhemdar bin ji bo vî welatî. Ji bo bicîhanîna xewn û xwezî yên xwe, bi îrade bin. Bi îrade bin ji bo pêşvebirina Kurdistanê, çu cara xwe venedin, ber bi paşerojê, hêvî û umêdên vî miletî bigehînin armancê.
Li Herêma Kurdistanê û Iraqê, gelek hêvî bi we hene, welat çaverê we ye û hêvî dike gencên me zêdetir ev erkê ku li ser milê wan heye ji bo paşeroja vî miletî bicîh bînin. Pêdiviye di hemû warên jêrxan, abûrî, geşepêdan, zanistî, me'rîfî û hemû warên din da, bibine pêşeng û welatî ber bi pêş ve bibin. Êdî şûn tiliyên we bi niha û paşeroja welatê me ve diyar bibe. Bi awayekî karîger beşdar û destpêşxer bin ji bona vedîtina çareserîya pirsgirêk û gefên îro li ser welatê me hene, wekî: pirsgirêkên têkçûna av û hewa, çawaniya parastina jîngehê, kêmbûna astê avê, biyabanbûn, pirsên civakî, îdarî, siyasî û heta dawiyê,,,.
Derçûyên zanîngehê li Kurdistan û Iraqê, pêwîste ji niha ve pêşbînîya pirsgirêk, tehdîd û arîşeyên sibe û paşerojê bikin. Ji niha ve fikir lê bikin û hewla bidin daku çareseriyên dirust ji bo pirsgirêkên vî welatî bibînin. Her yek jî bixwaze xwendina xwe ya bilind bidawî bîne, pêdivîye bi heman giyan û bawerîya serkeftinê, li ser hewldanên xwe berdewam be.
Her di vê delîvê da, min divê hemû aliyan pişt rast bikim ku wekî hertim dê li ser pişitevanîya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê û zanikoyên din yên Kurdistanê berdewam bin. Em peroşî pêşveçûna zêdetira astê xwendinê û fêrkirinê û xwendina bilind in li Kurdistanê. Hindî em bikarin, ji bo piştevaniya zanîngehê û gencan, her çi ji destê me bê, em xemsariyê nakin û ya pêwîst be dê encam din.
Herwesa hemû piştevaniyê li hewla damezrandina (Dezgeha Mitmanebexşînê bi program û navendên xwendinê) li Herêma Kurdistanê dikim. Destxweşiyê li hewl û xebatên rêzdar Mesrûr Barzanî, Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê ji bo damezrandina vê dezgehê dikim, herwesa jî destxweşiyê lê dikim ku visyona wî ya ku ev zanîngeh li ser hatiye avakirin. Hêvîdarim berdewam û serkeftî be.
Xweşhalim ku dibînim Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê, biha û giringî ya daye piraniya warên zanistî û mirovî û îro di van rêwresman da, li qonaxa duyê jî bi giştî, (145) derçû, dê bawernameya zanîngehê werdigrin.
Ev gencên ezîz, bi wê pisporîya ku bi dest xistiye, dê di gelek waran da xizmeta welatê xwe bikin, wekî: endazyarîya mîmarî, rêvebirina karî, endaziyariya elektronî, peywendî û gehandin, jîngeh, IT, dîzayina navxwe, peywendî yên nêvdewletî, rêvebirina neft û gazê, endazyarîya neftê, siyaseta giştî û asayîş û lêkolînên stratejî. Eve cihê şanazî û dilxweşiya me ye.
Amadebûyên rêzdar..
Min divê careka din tekîdê li ser rolê zanîngehê bikim ji bo dabînikirina pêwîstîyên bazarê karî û hemû warên din yên ku ji bo pêşxistin û geşepêdana her welatekî, pêwîstin. Li ser vê yekê, pêdiviye zanîngeh girîngiyeka taybet bi data û lêkolînên zanistî bide û bike bingehekê serekî yê kar û programê xwe. Ji bona vê çendê jî, pêdiviye harîkarî û hevahengiyeka dirust di navbera dezgehên hikûmî yên peywendîdar û kertê taybet û zanîngehan da hebe. Eve dê harîkar be ji bo danana planên niha û yên paşerojê.
Derçûyên xweştivî..
Baştirîn sermayê we, mezintirîn hêza we, ew zanist, me'rîfe, pisporî û taybetmendî ye, yên ku we di qonaxên xwendinê da bi giştî û di qonaxa xwendina zanîngehê da bi taybetî bi dest xistine. Eve mezintirîn sermayeyê jiyana we ye. Baştirîn veberhênana ya ku dayîk û bavên we kirî ev bûye ku, wan hemû hewl dan, harîkar û piştevanên we bûn, da ku hûn di xwendina xwe da serkeftinê tomar bikin. Êdî ji îro pê da dem dema we ye ku hûn çakî û qenciya wan vegerînin ew jî bi xizmetkirina welatê xwe û pêşvebirina welatê xwe dibe. Milet û welatê we, mihtacî we ye. Hûn bi serkeftin û bi kar û bi xizmetê, dê dilê wan û dilê me hemûyan xweş bikin.
Paşeroja vî welatî ya di destên we da. Herwekî çawa ku hûn ji hemû cih û deveran û ji hemû pêkhateyan li vir pêkve kom bûne, hûn ji her cihekê Kurdistan û Iraqê hatine û we zanîngeh bi dawî anî, bi heman awayî, pêwîste di pêşvebirina kultûrê pêkvejiyanê, tebayîyê, lêborînê û pir rengîya Herêma Kurdistanê û Iraqê da we rolek karîger hebe.
Bi derçûn û serkeftina we, ez gelek kêfxweşim. Kêfxweşim ku vê êvarê li Dihoka xweştivî, digel we me. Dîsa pîrozbahî û destxweşiyê li we dikim. Destxweşiyê li dayîk û bav û mamostayên we dikim. Destxweşî û spasîyeka gerim li serokatî û rêveberiya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê dikim ku ew jî îro beşekê girîngê serkeftina we ne. Destxweşiyê li wan dikim û hêvîya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Her hebin, her şad û serkeftî bin. Bi anehîya Xwedê dê her bînîn ku Kurdistan bi we ya avedane. Serkeftî bin. Dîsa pîroz be û bi xêr bên serçava.
Gelek spas