Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro danê sibê 20.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, piştî dengdanê li navendeke taybet a dengdanê li Hewlêrê behsa girîngiya hilbijartinan kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serok Nêçîrvan Barzanî di destpêka axaftina xwe da got: “Îro danê sibê Herêma Kurdistanê di çarçoveya proseya demokrasiyê ya li vî welatî da gaveke girîng avêt. Tişta ku ez di destpêkê de dixwazim bibêjim ew e ku di vê pêvajoyê de yê yekem serketî xelkê Herêma Kurdistanê ye. Kurdistan biserkeft.
Di berdewamiya axaftina xwe de di derbarê kampanyaya hilbijartinan de got: "Ez kêfxweş im ku kampanyaya hilbijartinan, tevî hin pirsgirêkên biçûk, bi aramî derbas bû. Hêvîdar im xelkê Herêma Kurdistanê mafê xwe yê hilbijartina namzedên xwe bikar bîne û wan bişîne Parlamentoya Kurdistanê."
"Ev hilbijartin ji bo me girîng e, ji ber ku careke din rewatiyê û şeriyetê bi saziyên Herêma Kurdistanê yên ku ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hatine hilbijartin dide. Hêvîdar im ev pêvajo bi awayekî aştiyane bimeşe. Hêvîdar im gelê Kurdistanê, Kurdistaniyên li her derê vî welatî bin beşdarî vê pêvajoyê bibin, mafê xwe bikarbînin û divê herin ser sindoqan û ji bo 4 salên bên li Parlamentoya Kurdistanê namzedên xwe hilbijêrin.”
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî kir û got: “Ez spasiya Serokwezîrê Iraqê birêz Sûdanî, Serokê Dezgeha Dadwerî Fayeq Zeydan, Hakim Casim, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, UNAMI û hemû aliyan dikim. Ez dixwazim spasiya wan welatan bikim ku bi kelecan di vê pêvajoyê de bi me re bûn û bêyî alîkariya wan ev pêvajo hêsan nedibû.”
Piştî wê peyamê, Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê de di derbarê pêkanîna kabîneya bê û proseya hilbijartinan bi giştî got: Hêvîdarim di zûtirîn dem de proseya hilbijartinan û avakirina hikûmetê dest pê bike, ji ber ku ev yek di berjewendiya hemû gelê Kurdistanê de ye. Qonaxeke nû dest pê dike, heta nuha qonaxa kampanyaya hilbijartinan û hilbijartinê bûn û ji encanê wê qonaxê divê hemû alî bi hev re rûnin û hikûmet, parlamento û saziyên din di zûtirîn dem de dest bi kar bikin.”
“Tiştê heye ku divê hilbijartin bi dawî bibin, eger hilbjartin bi dawî hatin hemû alî azad in bi hev re rûnin û nexşerêya paşerojê ya hevpeymaniyan diyar bikin, ev di her pêvajoyên demokratîk de normal e û xala ez dixwazim tekîdê lê bikim ewe ku di van hilbijartinan da serkeftina xelkê Kurdistanê û hemû pêkhateyên li Kurdistanê dijîn bû, Ev prose serkeftina Kurdistanê bû. Her aliyek di çarçoveya siyaseta xwe ya navxweyî de çend kursiyan bidest bixin û piştî hilbijartinan dê çi hevpeymanî pêk bînin. Ev dikeve piştî hilbijartinan"
Di bersiva pirsekê de di derbarê serdana Tirkiyê de, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Pêwendiyên me yên bi Tirkiyê gelek başin û car caran ev serdan tên kirin. Serdan di çarçoveya zêdetir pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re hat kirin."
"Me bi Serokomar Erdogan re hevdîtineke gelek dirêj û baş kir. Me li ser mijarên peywendî bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve hene; di warê aborî, ewlehî, tiştên ku li herêmê diqewimin, ev hemû mijar bi berfirehî bi Serokomar Erdogan birêz Wezîrê Derve û birêz Dr. Îbrahîm, me li ser wan gotûbêj kirin.”
Di bersiva pirsekê ya di derbarê pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got: “Weke hemû xelkê vî welatî, ez hêvî dikim ku di zûtirîn dem de hikûmeteke yekgirtî pêk were ku, bikaribe zêdetir xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bike. Ez kêfxweş im li Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê çareserkirina pirsgirêkan dikin. Ev yek pêşkeftinek mezin e û cihê şanaziya xelkê Kurdistanê ye.
Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Her hikûmetek were, ya girîng ew e ku rewşa welatiyên Herêma Kurdistanê ji qonaxekê derbasî qonaxeke baştir bibe. Hêviya min ji hikûmetê ew e ku di zûtirîn dem de ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve, bê avakirin."
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsiyara rojnamevanekî de derbarê qebxwaziya keça kêmendam a bi navê Awat Azad, ku eger berî wî biçe ser sindoqan dê otomobîlekê bide wê, got: Qebxwaziya min bi Awat Xan re hebû, lê ew bi ser ket, min jê re got, min telefona wê kir, min jê re got ku ew bi ser ket, ji ber ku makîne nexebitî, eger makîne bixebitaye mûmkim bû min qazanc bikiraye, lê wê qazanc kir em hemû ji bo dilxweşiyê bû û ez wê pîroz dikim.
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsek din da got: "Peyama me ji bo hemû Kurdan li ku bin ew e ku ev pêvajoyeke demokratîk e ku li welatê me dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku hûn piştevanbin, alîkar bin da ku ev prosese li Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de bi awayekî baş birêve biçe. Serkeftina me serkeftina her Kurdekî ye li her derê dijî, çi li Ewrûpa û çi li devereke din, serkeftina Herêma Kurdistanê, di çarçoveya Iraqê de di vê proseyê de, serkeftina her Kurdekî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: "Peyama min ji bo gelê Kurdistanê ewe ku ev mafê wan e û divê mafên xwe bi kar bînin. Herêma Kurdistanê di encama sindoqan de gihîştiye hêza xwe ya niha û hatiye ser desthilatê. Ez bang li her kesê nerazî dikim ku vî mafê xwe ji bo guhertinê bi kar bîne, çavkaniya hêza me gelê me ye, çavkaniya desthilata ku îro li Herêma Kurdistanê heye, encama sindoqên dengdanê ye û bi dengên gelê Kurdistanê bûye. Ev mafekê xwezayê yê wan e, Berpirsiyariya wan a paşerojê ye ku bi awayê ku dixwazin werin ser sindoqan û dengê xwe bidin bi awayê ew dixwazin. "
Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê têkeliyên Hewlêr û Bexdayê got: "Ev her tim siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di derbarê Bexdayê de bûye. Bi baweriya min tiştek ji vê yekê nayê guhertin. Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqa federal e û dê beşek ji Iraqa federal bimîne. Hêvî heye ku kêşeyên li gel Bexdayê bi diyalogê bên çareserkirin, bi taybetî piştî avakirina vê kabîneyê. Bi rastî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi diyalogê û di çarçoveya destûra Iraqê de pirsgirêkan çareser bike. Bi baweriya min dema wê hatiye ku em li ser esasê destûrê pirsgirêkên xwe çareser bikin, di çarçoveya destûra Iraqê de desthilat hatiye dayîn, hem erk û hem jî mafên wê hene. Lê mixabin ji sala 2003ê ve destûra bingehîn a Iraqê ku gelê Iraqê dengê xwe pê daye, nehatiye cîbicîkirin. Awayê nêzîkbûna Bexdayê bi Herêma Kurdistanê ra û awayê nêzîkbûna Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re di destûrê da hatiye destnîşan kirin. Herêma Kurdistanê dixwaze Iraqeke seqamgîr hebe da ku em hemû bi hev ra bikaribin xizmeta welêt bikin bi Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzdî, Xiristiyan û hemû aliyên din bi hev re çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin. Kilîta aramiya Iraqê çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye li gor destûra Iraqê.
Serokê Herêma Kurdistanê got: "Cîbicîkirina destûrê, vegeriyan bo civînan û bi cidî sekinîna li ser çareserkirina pirsgirêkan, bi baweriya min ev kilîta aramiya siyasî ye ji bo Iraqê û divê Bexda vê yekê baş fêm bike, me li Herêma Kurdistanê bi vê yekê fêm kiriye. Hêvîdar im bi Bexdayê ra bigihêje çareseriyekê ku di xêra hemû gelên Iraqê têda be bi hemû pêkhateyan ve.
Di bersiva pirsekê di derbarê têkeliyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran ra, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Siyaseta Herêma Kurdistanê ya 4 salên bê û 4 salên derbasbûyî siyaseta seqamgîriyê ye li herêmê. Em faktora aramiya herêmê ne. Em dixwazin bi cîranên xwe bi xweşiyê bijin. Bi pêşketina aborî û pêşketina civakî têkeliyên xwe pêş bixin."
"Di çar salên dahatî de, ya ku em herî zêde pê pêdagirin, bê guman pêşxistina peywendiyên baş bi hemû cîranên xwe re li ser bingeha rêzgirtin û pêşkeftina hevbeş di warên aborî, civakî, bazirganî û veguhestinê de ye. Di van çar salan de ji bo me wek Herêma Kurdistanê karê sereke dê vejandina aborî be. Herêma Kurdistanê dê wek faktora aramiyê li herêmê bimîne û hemû hewlên xwe bikar bîne ji bo ku ev pirsgirêk bandorê li Kurdistan û Iraqê nekin.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: "Kampanyayên hilbijartinê carinan tund û carinan jî nerm in. Ev kampanyaya hilbijartinan e, lê ji nêz ve li pêvajoya demokrasiyê ya li Kurdistanê binêrin, dibe ku hin hilketin û daketinên xwe hebin, lê di encamê de ev pêvajoyek bi her awayî demokratîk bû. Gelê me gihiştiye wê astê ku dixwaze pirsgirêkan bi rêya sindoqên dengdanê çareser bike. Kampanyaya hilbijartinê ji rastiya ku heye cuda ye. Ya girîng ew e ku em bi hev re rûnin. Kurdistan ne ya partiyekê ye û ne jî yê yek aliyekî ye. Kampanyaya hilbijartinê qediya, qonaxeke nû dest pê dike. Di qonaxa nû de pêwîste alî li gor berjewendiyên Herêma Kurdistanê û hevwelatiyan biryarên xwe bidin."
Derbarê beşdarînekirina hindek aliyan di hikûmetê de ku berê opozisyon bûn û her wek opozisyon dimînin, Nêçîrvan Barzanî got: “Ew mafên wan e, mafê aliyên siyasî ye ku beşdarî hikûmetê bibin yan na, her aliye li gor berjewendiyên xwe tevdigere.
Li ser pirsa rewşa Rojhilata Navîn jî Serok Nêçîrvan Barzanî got: Siyaseta me li Herêma Kurdistanê û hemahengiya me li gel Bexdayê û gotinên me yên li gel cîranan jî yek e, yanî em naxwazin Iraq bikeve nava vê pirsgirêkê. Iraq jî di nav de Herêma Kurdistanê ku beşek ji Iraqê ye. Li Iraqê gelek pirsgirêkên me hene. Em dixwazin Iraq ji van nakokiyan dûr bimîne. Di vê çarçoveyê de em li gel Bexda, welatên cîran û derve di heman xetê de ne. Divê em her tiştî bikin da ku Iraq nekeve nav aloziyên heyî yên li herêmê.
Di derbarê sextekariya hilbijartinan de Nêçîrvan Barzanî got: "Hilbijartina niha di destê Komîsyona Bexdayê de ye. Bi rastî tişta ku ez di vê pêvajoyê de dibînim, wek çavdêrekî ku li pêvajoyê dinêre, ez dixwazim pîrozbahiyê li wan bikim. Bi qasî ku ji min re behsa pêvajoyê kirin, ez hêvî nakim ku derfetek ji bo sextekariyê hebe. Kar pir baş hatiye kirin û ez bawer nakim ku derfet ji bo wê yekê hebe ji ber ku mekanîzmayên pir bihêz in, lê hilbijartin wek serketinê ye û neserkeftin dê bibe sedema pirsgirêkan. Ji bo van hemûyan rêkar hene. Ger giliya wan hebe komîsyona giliyê heye. Lijneyek hatiye avakirin. Hemû rêkar hatine avakirin.
"Her roj min digot baş bû îro jî debas bû. Dema kampanyaya hilbijartinê bû min her roj dihejmartin û digotin 'Spas ji Xwedê re rojek din derbas bû. Bi dîtina min pêvajo pir bi başî derbas bû ev nîşana asta gelê me baştir bûye û welatiyên Herêma Kurdistanê bi rastî jî bi awayekî gelek medenî tevdigerin. Hêvîdar im ku prose bi awayekî aştiyane û bi rêkûpêk birêve biçe. Serkeftina vê pêvajoyê serkeftina Kurdistanê ye û serkeftina proseya demokrasiyê ye li Iraqê.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan bi serkeftina hilbijartinan serketiye
2024-10-20T09:32:00.000000Z