Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgira Serok Wezîr û Wezîra Derveya Belçîka civiya

2022-02-19T20:12:32.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke din ya li Konferansa Asayîşa Munich, êvariya îro şemî 19.02.2022 li gel xanima Sophie Wilmès Cîgira Serok Wezîr û Wezîra Derveya Belçîkayê civiya.

Li civînê de di derbarê rûbirûbûna teror û encamên şerê Da'îşê guftûgo kirin û tîşk xistin li ser rewşa wargeha Elhol ya li Sûriye. Her du alî hevra bûn ku ji bo rûbirûbûna terorê, ji bilî li rêyên serbazî, divê bi bernameyeke giştgîr hemû girîngiyek bi kultûra lêborînî û pêkvejiyan û vekirina li ser ol û neteweyên cûda da bê dayîn, bi taybetî li rêya perwerdeyê ve.

Li mijareke dinê civînê de behsa rewşa Êzdiyan qurbaniyên destê terorê û revandiyên azadkiriyên Êzdî û wê yasayê kirin ku li Iraqê li vî derbarî de taybet bi jinên rizgarbûyê destê Da'îş derketiye.

Hilbijartinên Iraq û Kurdistan mijareke dinê civînê bû. Têda Serok Nêçîrvan Barzanî xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo birêveçûna hilbijartinan di dema xwe da dûpat kir.

Li beşeke dinê civînê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî piştgîrî û hevkariyên Belçîkayê kir ku li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da pêşkêşî Herêma Kurdistan û Iraqê hatine kirin.