Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnerê Komîteya Hêzên Serbaziyan li Kongresa Amerîka civiya

2022-02-19T15:05:08.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Li duyem roja çalakiyên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, sibehiya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Elissa Slotkin Nûner û Endamê Komîteya Hêzên Serbaziyan li Kongresa Amerîka civiya.

Li civînê de xanima Slotkin dûpat kir Herêma Kurdistanê hejmareke zêdeyê dost li Kongresa Amerîka heye ku xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê dizanin her ji berê de heta rûbirûbûn û têkşikandina şerê Da'îş de, ji bo wê yekê dixwazin hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Her du alî hevra bûn ku Da'îş li Iraq û Sûriye hê jî metirsiyeke rasteqîneye û gefeke ciddî li aramiyê dike, ji bo wê yekê alîkarî û hemahengiya Hewlêr û Bexda girînge û pêwîste aramî û xizmetguzarî hebin bo ku bingehên terorê dirust nebin.

Peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka, rewşa Herêma Kurdistanê, pêşketinên dawî yên proseya siyasî û rewşa emnî û aborî li Iraqê, çend mijareke dinê civînê bûn.