Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Wezareta Derveyê Amerîka civiya

2020-12-10T07:14:34.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Li civînê de li gel Serok Nêçîrvan Barzanî birêz David Schenker Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk, xwest û pêgiriya Amerîka ya ji bo bihêzkirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û ragihand teşwiq û hana guftûgoya Hewlêr - Bexdayê didîn û hêvîdarîn her du alî bigihin rêkeftinê û kêşeyên xwe çareser bikin. Her wiha tekez li ser berdewamiya piştgîriya Amerîka ya Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna terorê û ji navbirina yek carekiya Da'îşê kir.

Li civîna ku êvariya îro çarşem 09/12/2020 li Hewlêrê bi amadebûna birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û David Copley Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derve û Robert Waller Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê birêveçû, pêşketinên siyasî û emniyên Iraqê, encamên pejika Kovid-19, rewşa aborî û darayî li Iraq û Herêma Kurdistanê, serhildana terorê û êrîşên Da'îş, kêşeyên Hewlêr - Bexda, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka û welatên cîran, rewşa koçberan û xwepêşandanên li çend bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser pêwîstiya berdewamiya hewlên çaksazî û cûr bi cûrkirina çavkaniyên dahatê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, eve jî li rêya girîngîdana zêdetir bi kertên dinê wekî pîşesazî û çandin û rexsandina derfeta zêdetirê kar û veberhênana biyanî kirin. Li vî derbarî de şanda Amerîkî dûpat kir ku hana kerta taybet û veberhênerên Amerîkî didin bo ku li Herêma Kurdistan û Iraqê sermayeguzarî û veberhênanê bikin.