2024-02-29T14:21:27.000000Z
Nîvroya îro pêncşema 29.02.2024 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê li gel birêz Vahagn Khachaturyan Serokê Ermenîstanê civiya.
Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn, peywendiyên Ermenîstanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî li warên aboriyê da guftûgo kirin û di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhatan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du aliyan behsa derfetên pêşxistina peywendiyên Ermenîstanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ya li warên bazirganî, veberhênan, kertên taybet, pizîşkî û geştiyariyê da kirin. Li vî derbarî de tîşk xistin li ser derfeta geştên raste rast ya asmaniya di navbera Ermenîstan û Iraq û bi Herêma Kurdistanê.
Birêz Serokê Ermenîstanê dûşema derbasbûyî bi serdanekî fermî gihîşt Bexda û li gel berpirsên bilindên Iraqê civiya, sibehiya îro jî gihîşte Hewlêrê û ji aliyê birêz Serokê Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.
Pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê vê civînê bû.