2020-01-24T09:42:10.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo berev pêşvebirina peywendiyên li gel Yunanîstanê dûpat kir û ragihand: Herêma Kurdistanê bingeh û jîngehekî baş ya veberhênan û sermayeguzariyê heye û kerta taybetî ya Yunanîstanê hemû derfetekî ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê de heye.
Li civîna dawî ya li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos, berî nîvroya îro în 24/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Kryakos Mitsotakîs Serok Wezîrê Yunanîstanê civiya.
Li civînê de rewşa Iraq û navçeyê, girîngiya hêwirkirina aloziyan û pêwîstiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo berengarbûna terorê hate nirxandin. Her wiha berev pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Yunanîstanê û derfeta kar û veberhênana Yunanîstanê li Herêma Kurdistanê û çend pirsekî din xistin ber behs û guftûgoyan.