Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derveya Swêdê civiya

2022-02-19T15:09:48.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Her li berdewamiya duyem roja çalakiyên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, nîvroya îro şemî 19.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Ann Linde Wezîra Derveya Swêdê civiya.

Ji bilî derbirîna xweşhaliya bi vê civînê, xanima Linde ragihand ku bernameya xwe heye li gel Wezîrên dinên welatê wan li paşerojê de serdana Herêma Kurdistanê bike û dûpat kir ku Swêd li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş berdewam dibê ji ber ku hê jî gef û metirsiye û girînge hewlên ji navbirina wê berdewam bin.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasî helwest û alîkarî û yarmetîdana Swêdê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û hevra bû ku ji bo ji navbirina yek carekiya Da'îş, alîkariya hevbeş pêwîste, her wiha behsa li hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna Da'îş kir.

Li civînê de her wiha pêşhatên Ukrayna û bandora wê ya li ser rewşa Ewrûpa, hewlên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, biryara Dadgeha Federalî ya di derbarê yasaya neft û gaz li Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriye û çend pirseke girîng hevbeş, xistin ber behs û guftûgoyan.