2024-02-18T08:01:43.000000Z
Spêdehiya îro şemî 17.02.2024 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê li gel birêz David Cameron Wezîrê Derveyê Brîtanyayê civiya.
Di civînê de di derbarê pêşhatên dawî û emnî yên li Iraq û Rojhilata Navîn, guftûgoyên Hewlêr ـ Bexda yên ji bo çaresekirina kêşeyên wan, hilbijartin û rewşa navxweya Herêma Kurdistanê de guftûgo kirin.
Her du alî nêrîn û dîtinên xwe yên li ser pêşhatên emnî û bi armancgirtina hêzên hevpeymanan li Iraqê û karvedanên wê, şerê li Gezze û rewşa hestiyara Rojhilata Navîn xistinrû. Li vî derbarê de tekez kirin ku geşkirina zêdetirê aloziyan, metirsî û gefên ciddî li ser aramiya navçeyê dirust dike.
Li mijareke dinê hevdîtinê de, alîkariyên hevbeşê Brîtanya û hevpeymaniya navdewletî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa emnî û siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiyên Da'îş li ser Iraq û Sûriye û pirsa koça neyasayî, hatin behs kirin.
Birêz Wezîrê Derveyê Brîtanya pêdagiriya welatê xwe bi berdewamiya hevkarî û piştgîriya li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina wan peywendiyan dûpat kir. Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê pesnê piştgîrî û helwesta Brîtanya ya beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê kir.