Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Hîndistanê civiya

2022-02-19T16:11:06.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Êvariya îro şemî 19.02.2022 li dirêjahiya duyem roja hevdîtin û civînên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munich da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Subrahmanyam Cayşankar Wezîrê Derveyê Hîndistanê civiya.

Li civînê de derfetên ber bi pêşvebirina peywendî û warên alîkariya hevbeşa Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hîndistanê û bingeha sermayeguzarî û veberhênana Hîndî û vekirina dergehê bi rûyê kompanyayên Hîndiyan da xistin ber behs û di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emniya Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Birêz Wezîrê Derveyê Hîndistanê spas û pêzanînên welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê derbirî ku ji bo wê piştgîriya li destê karê Hîndî dike û derfeta kar dide wan, her wiha behsa bernameya welatê xwe ya ji bo binyatnan û pêşxistina şiyanên wan ya li Herêma Kurdistanê kirin û dûpat kir ku dikarin li warê tendirustî û bankdarî û zanîngehê da meşq û rahênanê pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî dûpatkirina xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Hîndistanê, behsa destê karê Hîndî li Herêma Kurdistanê kir ku komek pîşegerê karkerin û hemû piştgîriyek li wan tê kirin, her wiha spasî bernameya binyatnan û pêşxistina şiyanên wan kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşwaziya sermayeguzarî û kompanyayên Hîndî dûpat kir.

Firehiya neteweyî û olî û dewlemendiya kultûra pêkvejiyan û lêborîniya li Hîndistanê serdana welatiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriya pizîşkî li Hîndistanê û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, aliyeke dinê guftûgoya her du aliyan bû.