2023-02-15T06:32:39.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 14.02.2023ê, ji bona nîşandana hevsozî û hevxemiya xwe û ya Herêma Kurdistanê û ji bo serdana lêqewimiyên erdheja 6ê vê mehê, bi serdanekê gihîşt Tirkiyê û li balefirxaneya Dîlokê(Gaziantep) ji aliyê parêzgarê Bursa yê û Koordînatorê parêzgarê Dîlokê ve hate pêşwazîkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, piştî serdana saziya Serokatiya Birêvebirina Karesat û Rewşên Jinişkave (AFAD) li Tirkiyê, di civîneke rojnamevaniyê de got: Gelek spasiya birêzan parêzgar û cîgirê parêzgar dikim ji bo şirovekirin û hûrgiliyên ku wan pêşkêşkirîn. Hez dikim ji wan yên birêz û ji hemû gelê Tirkiyê ra rabigihînim ku amadebûna me û hatina me, bi armanca nîşandana hevsozî, hevxemî û wefadariyê ye digel gelê Tirkiyê û xelê lêqewimî. Li ser navê cenabê Serok Barzanî û gelê Kurdistanê, ez sersaxiyê li wan hemû malbatan dikim yên ku ezîzên xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.”
Serok Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe da got: “Tişta ku ez dixwazim bêjim ew e ku di hemû rewşên dijwar û nexweş yên ku bi serê ma hatine, me her tim dîtiye ku Tirkiye alîkarî û piştevaniya me kiriye û di rewşên pir dijwar de jî gel û dewleta Tirk her tim li cem me rawestiyaye û alîkariya me kiriye. Ji ber karesata ku li vir qewimî, li Kurdistana Iraqê li her malekê taziye heye û li gelek cihan jî merasimên xweşî, şadî û aheng hatine betal kirin ji bo nîşandana hevsoziyê bi gelê Tirkiyê ra.”
Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Me hewl da ku li Herêma Kurdistanê, li gor îmkanên hene, çi ji destê me were emê bikin û emê berdewam jî bikin. Spasiya hemû saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet dikim ku ya ji destê wan hatî alîkarî kirin di hewara lêqewmiyan hatin. Dixwazim spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêz Mûsa Ehmed bikim ku ew jî li vir bi me re ye.”
Di dawiya axaftina xwe da Nêçîrvan Barzanî got: "Bi wan îmkanên kêm me xwest em dilsozî û wefadariya xwe ji gelê Tirkiyê re diyar bikin. Ez piştrastim ku ev rewşa nexweş dê derbas bibe. Her wiha ez piştrast im ku hikûmeta Tirkiyê û birêz Serokomarê Tirkiyê dê bi ciddî li ser vê pirsa ji nûve avakirinê rawestin. Tirkiye welatekî mezin e û helbet wê bi serbilindî ji vê kirîzê derbas bibe. Ji kerema xwe careke din sersaxiyên me qebûl bikin û Xwedê alîkar be."
Paşê Serok Nêçîrvan Barzanî serdana kempa qurbaniyan li bajarokê Nurdaxê ya ser bi parêzgeha Dîlokê kir ku yek ji wan deveran e ku herî zêde zerer dîtiye û ji aliyê parêzgarên Mêrdîn û Şirnexê ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinekê da digel her du parêzgaran ku weke koordînatorên karûbarên herêmê kar dikin, rewşa dawî ya deverê û proseya alîkarî û yarmetîdana lêqewimiyan guftûgo kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, di berdewamiya serdana xwe da, li bajarokê Islahiyayê jî serdana navçeyên ziyanberketî kir û digel navenda qeyranan civiya. Piştre jî serdana tîma alîkariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji destpêka karesatê ve li wir bûne û alîkariya lêqewimiyan kirine.
Li wir jî Serok Nêçîrvan Barzanî di civîneke rojnamevaniyê da got: "Îro em hatine sersaxiyê ji gel û hikûmeta Tirkiyê re ragihînin. Êşa we êşa me ye, nexweşiya we nexweşiya me ye. Di rojên ku pêwîstiya me bi alîkariyê hebû, hikûmet û gelê Tirkiyê her tim deriyên xwe ji me re vekirin. Wan hertim alîkarîya me kirin. Em îro hatine vir da ku dilsozî, hevxemî û wefadariya xwe nîşan bidin. Peyama cenabê Serok Barzanî ya sersaxiyê ji bo wan malbatên ku ezîzên xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Ez piştrastim ku Tirkiyê dê vê karesata mezin derbas bike li jêr serkirdayetiyeke zana û bihêz bi hêviya xwedê ev karesat derbas bibe.”
Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha got: Bi vê minasebetê bi hatina min bo kempa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li vir hevahengiyê dike da ku alîkariyên Herêma Kurdistanê bêne şandin, ez spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û birêz Mûsa Ehmed dikim, spasiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxweyî û berevaniya sivîl, kompaniyên kerta taybet, Heyva Sora Iraqê dikim, îro hatim ji wan re bêjim ku we serê me bilind kir û em destxweşiyeka germ li wan hemûyan dikin, ya ji destê me bê em dê ji bo lêqewimiyên vê karesatê bikin. Xwedê alîkariya we bike û hûn serkeftî bin.”
Birêz Nêçîrvan Barzanî herwesa got: “ Ya ku em dikin em bi erkê xwe dizanin, em birayên hevin, di rojên nexweş da we alîkariya me kir û deriyên xwe ji me ra vekirin, îro jî ya di îmkanên me da be em dê alîkarî bikin. Li Herêma Kurdistanê bi giştî, li Silêmanî, li Hewlêr, li Duhokê, Helebçe û li hemû deverên Kurdistanê xelk xemgine û dilê wan digel Tirkiyê ye. Dilê gelê me bi we ra ye û Xwedê rehetî û aramiyê bide we û piştevaniya bi Xwedê ev karesat dê derbas bibe."
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva rojnamevanan da got: "Em dê çi ji destên me bê ji bo Tirkiyê û Sûriyê bikin. Ev yek cihê destxweşiyê ye û em spasiya dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Zaxo, Dihok û Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ji ber ku ew rêxistin û disiplîna heye sedema sereke bû ji bo vê amadekariyê. Em cîranên Tirkiyê ne û ji ber karesata ku li vir qewimî em xemgînin û ew karê wan kirine bi dil û can kirine, helbet hevkarî dê berdewam bin.”
Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê serdana xwe de got: "Ev mijar mijareke însanî ye. Em hemû birayên hevin, çi Tirk û çi Kurd û her ayîn, ol û mezhebek, hemû birayên hevin. Dema ji we ra pêwîst bû em hevkariya we bikin, Hevkariya me hevkariya însanî ye."