Berî nîvroya îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê, ji aliyê birêz Mesûd Pizişkiyan, Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê ve hat pêşwazî kirin.
Di civînê de, pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ligel Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin. Bi taybetî bal kişandin li ser berfirehkirina danûstandinên bazirganî, qadên aborî û bihêzkirina peywendiyên dîrokî û çandî yên di navbera her du aliyan de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş bike.
Rewşa herêmê û encamên bûyerên dawî, mijareke din a civînê bû. Di vê derbarê de her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiyê û pişta xwe girêdana bi diyalog û rêkarên aştiyane ji bo çareserkirina kêşe û aloziyan kirin.
Her du aliyan hêvî xwestin ku bi dawî hatina şer û guftûgoya di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de, aştiyeke mayînde û aramiyekê ji herêmê re bi xwe re bîne û qonaxeke nû ya peywendiyên baş û hevkariya hevbeş a di navbera welat û gelên herêmê de dest pê bike.
Çend mijarên din ên xwedî girîngiya hevbeş, mijareke din a civînê bûn.