2024-01-15T07:23:05.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja yekşemê 14.01.2024ê li bajarê Bexdayê civîneke çapemeniyê li dar xist û ji rojnamevanan ra axivî û bersiva pirsên wan da.
Nêçîrvan Barzanî got: "Hatina me ya Bexdayê, di serî da, ji bo beşdarîkirina di roja şehîdên Iraqê da bû. Em beşdarî wê merasimê bûn û ji doh heta îro me digel hemû hêzên siyasî yên Iraqê, digel Serokwezîr û aliyên siyasî yên Iraqê çend civîn û gotûbêj kirin. Helbet divê ev civîn bi awayekî normal bêne dîtin ji ber ku heta em li vê erdnîgariyê û li vî welatî bijîn, pir normal e ku em serdana Bexdayê bikin û hewl bidin ku digel Bexdayê pirsgirêkan gotûbêj bikin û hewl bidin çareseriyê ji wan pirsgirêkan ra bibînin.
Di van hevdîtinên îro û duh da me behsa du mijarên sereke kir; ya yekem pirsa debara xelkê Kurdistanê bû ku, li gor me Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hember Bexdayê cih aniye û niha jî li ser Bexdayê pêwîste derbarê mijara mûçe ka çawa bi hemû parêzgehên Iraqê ra tevdigere divê bi heman awayî bi Herêma Kurdistanê ra jî tevbigere. Nabe mûçe bibe pirseke siyasî yan jî karta fişarê li ser Herêma Kurdistanê.
Helbet birêz Serokwezîr ji vê pirsê ra têgihiştinek gelek baş heye û ez piştrastim ku, dê ew bi hemû hêza xwe ji bo çareserkirina vê pirsê bixebite. Wek hûn dizanin îro biryarek ji Civata Wezîran derket ku ev pirs her di rojeva civîna Civata Wezîran da nebû, lê bi spasî ve, Serokwezî gelek bi dilgermî tekez kir ku divê ev pirs bikeve rojeva civîna Civata Wezîran. Bi dîtina me biryara îro ji bo çareserkirina pirsgirêkan destpêkek baş e.
Mijara din jî pirsgirêka ewlehiyê ye ku, bi baweriya me şandina wan firokeyên bê firokevan bo ser Herêma Kurdistanê, asayişa Herêma Kurdistanê û asayişa Iraqê jî têkdidin, ji ber ku hemû bi hev ve girêdayî ne û nabe ji hev bêne cuda kirin. Ev mijareke sereke bû ku, me digel hemû aliyan gotûbêj kir. Helbet ji bo vê pirsê gotûbêjên zêdetir pêwîstin, lê em hêvî dikin ku ev pirsgirêk jî çareser bibe.
Li vir ez spasiya xweragiriya xelkê Herêma Kurdistanê û mûçegirên Herêma Kurdistanê dikim. Em spasiya wan dikin ji ber ku li hemû xelkê Kurdistanê gelek xweragir bûn û gelek tehemul kirin. Em hêvîdarin ku îsal mijara mûçeyan careke din nebe mijara medyayê û li ragihandinê bê behs kirin. Pêwîste mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê jî weke hemû karmendên din yên Iraqê bi awayekî asayî were dabînkirin."
Piştre jî Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsekê da derbarê dema dawî ya çareserkirina pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê û gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî da, di vê derbarê de got: “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê pirsê gelek bi ciddî kar kiriye, mesele ne tenê ez im, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandên ku ji Hewlêrê hatin Bexdayê bi rêkûpêk li ser van dosyeyan karê xwe kiriye. Hemû hewla me ewe ku, ev pirs ji koka xwe ve bê çareserkirin û êdî nebe mijareke medyayê, mûçe hat, mûçe gehişt, mûçe welê hat, niha em bi hêvîne ku vê pirsê îsal bi awayekî çareser bikin ku, bi piştevaniya Xwedê, nabe mijara medyayê.”
Derbarê pirsa sererastkirina yasaya bûdceyê û çareserkirina şayesteyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê yasayê da, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Bêguman bi tenê ji bo dabînkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê zêdetirî 875 milyar dînar pêwîst e, ev jî tenê ji bo mûçeyan e, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal û şefaf li ser vê mijarê tevdigere û hemû hûrgiliyên vê pirsê bi Bexdayê daye. Niha êdî pêdiviye Bexda pêdagir be û mûçeyên Herêma Kurdistanê dabîn bike."
Serok Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirseke din da derbarê pêwendiya biryara Encûmena Wezîrên Iraqê ya şandina 615 milyar dînar ya ji bo Herêma Kurdistanê bi serdana wî ya bo Bexdayê ve got: “Bi spasî ve, doh birêz Serokwezîr behsa wê yekê kir ku dê vê mijarê bixe nav rojeva civîna Civata Wezîran, lê ev ne tenê hewla min e, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî min şandek şand bû Bexdayê û bi berdewamî digel Bexdayê li ser xet bûn. Bi Bexdayê ra gelek hewl dane, me hemû aliyan hewl daye ku, bi piştevaniya Xwedê, bi Bexdayê ra vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Li ser pirsa ku di civînên Bexdayê da heta çi radeyê behsa çawaniya rêgirtin li êrîşên firokeyên bê firokevan bo ser Herêma Kurdistanê û mîsogerkirina vê mijarê hatiye kirin, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Balafirên bê firokevan yên ku, ji bo ser Herêma Kurdistanê têne şandin, binpêkirina serweriya Iraqê ye û kêmkirina desthilat û nêrîna Serokwezîrê Iraqê weke Fermandarê Giştî yê Hêzên çekdar têk dide. Helwesta me diyar e, em bi wê yekê ra ne ku, ev pirsgirêk were çareser kirin. Wek garantî jî min tu garantiyek wernegirtiye, lê helwesta me wek Herêma Kurdistanê di axaftinên min ya merasimê da gelek zelal e, min di wê merasîmê da helwesta Herêma Kurdistanê anî ziman û em wê helwesta xwe dubare dikin. Em carek din dupat dikin ku yên li derveyî qanûnê ne van karan dikin, berî her tiştî serweriya Iraqê tê binpêkirin, ji ber ku ma çi ferq heye? wek mînak ferqa di navbera Hewlêr û Bexdayê çi ye? Hewlêr jî bajarekî Iraqê ye û serweriya Bexdayê û serweriya Hewlêrê jî heman serwerî ye ku, ew jî serweriya Iraqê ye. Binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê hinek grûpên çekdar ve, binpêkirina serweriya tevahiya Iraqê ye, ne tenê Herêma Kurdistanê. Divê ev raweste û nabe berdewam bike. Di vê mijarê da têgihiştinek baş heye. Ez dikarim bibêjim ku, têgihiştinek baş heye û em hêvî dikin ku ev yek çareser bibe.”
Di derbarê bûdce, danîna muhletekê û çawaniya serrastkirina yasayê û pêşbîniya civîna Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan digel Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Hemû hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku qanûna bûdceyê bi awayekî were serrastkirin ku mafên mûçegirên Herêma Kurdistanê bê garantîkirin. Li ser pirsa hilbijartinan, gelek mixabin, hilbijartin gelek texîr bû û zêdetir texîrbûna hilbijartinan şer`îyeta saziyên Herêma Kurdistanê dikeve jêr pirsiyarê. Me daxwaz ji şandeya Komisyona Bilind ya Serbixwe ya hilbijartinan ya Iraqê kiriye ku, serdana Hewlêrê bike û sibe - du sibe digel hevkarên min li Serokayetiya Herêma Kurdistanê bicivin û dê rojekê ji bo hilbijartinan diyar bikin ku em piştrastbin dê di wê dîrokê da hilbijartin bêne kirin, gelek mixabin ku li Serokayetiya Herêma Kurdistanê roja hilbijartinan diyar dikim ji ber gelek hokaran hilbijartin nabin, hêvîdarim ev cara dawî be.”
Di derbarê wê yekê ku, temenê komîsyonê dê ji bo pêvajoya hilbijartinê pirsgirêkan dernexîne: “Divê beriya vê yekê em hewl bidin ku hilbijartin bêne kirin”
Di bersiva pirseke din ya di derbarê çaresernekirina pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê digel Bexdayê, Serokê Herêma Kurdistanê, got: “Em hêvîdarin û tiştê ku min ji Serokwezîr li Bexdayê dît, hemû alî dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe û hemû hewlên me jî ew e ku, ev pirsgirêk divê li gorî qanûnê bêne çareserkirin.”
Di derbarê biryara Hikûmeta Iraqê ya şandina pereyan bo Herêma Kurdistanê û herwesa, di derbarê pêşbîniya hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Mijara hinartina nefta Herêma Kurdistanê yek ji wan mijaran bû ku me digel Serokwezîr û Wezîrê Petrolê gotûbêj kir û em hêvîdarin di demek nêzîk da ev pirsgirêk were çareserkirin. Ez nikarim bêjim kengî, lê bi baweriya min em li ser rêyek rastin ku, em vê pirsgirêkê çareser bikin. Min got mafê mûçegirên Herêma Kurdistanê ye ku mûçeyên xwe werbigrin û em hêvîdarin ku biryara îro ya Civata Wezîran bibe destpêkek ji bo bidawîkirina vê pirsgirêkê."
Di bersiva pirsekê da derbarê pêngavên diyarkirina posta parêzgarê Kerkûkê jî, Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Piştî ragihandina encamên hilbijartinan û piştî bi dawî hatina gilînameyan, bêguman em dê dest bi danûstandinan bikin, ji aliyê xwe ve, ez bibêjim weke PDKê em dê digel YNKê li ser vê mijarê hem li Mûsilê û hem jî li Kerkûkê gotûbêjan bikin, divê em bigihin li hev têgihistinekê ku, di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be.