Di çarçoveya serdana xwe ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, îro roja yekşemê 15.09.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana projeyê Kornîşa Zaxoyê kir.
Piştra li dor serdana xwe ya bo parêgeha Duhokê, bersiva pirsên rojnamevanan da û got: Di çarçoveya serdana min ya parêzgeha Dihokê, min îro serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kir û digel rêzdar Guhdar Şêxo Serokê Îdareya Zaxoyê, min xwest serdana hindek cihên ku xizmetguzarî têda hatine kirin bibînim ku, yek ji wan cihan jî dirustkirina vê projeyê bû ku eva dikeve pişt me. Bi rastî ew tiştê min dîtî fere ez bibêjmê hezar caran destxweşiyê li we dikim û ev projeye bi tenê nîne. Di van sê salan da karekî gelek baş û xizimetguzariyeka gelek ciwan ji bo bajarê Zaxo û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li her cihekî hatiye kirin."
“Ew tiştê ez dibêjm eveye: Hêvîdarim ev nimûneye her zêdetir bibin û miletê me hêjayî xizimetguzariyên zêdetir e. Miletê me westiyaye û hêjayî van xizmetguzariyan e. Bi rastî pir ji dil ez destxweşiyê, destpêkê, li Serokê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kak Guhdar dikim û hemû tîmên wan dikim û eger min naveke neanîbe ez hez dikim li min biborin, lê min behsa hemû fermangehên wan e. Min behsê hemû wan kesane yên ku zehmet dîtiye û ji bo zêdekirina xizmetguzariyan û karêt baş ji bo miletê me zehmet dîtiye, destê wan hemûyan xweş be".
Li dor çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û awayê kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Hîn jî ji bo dema kampanyaya hilbijartina maye û min berê gotibû û niha jî dibêjim ku divê kampanyaya hilbijartinan bi awayekî were kirin ku kes kesekî neşkîne, di encamê da em hemû di heman keṣtiyê da ne. Hilbijartin normal in, hilbijartin dê bên kirin, lê hevdû şikandin û hevdu ji holê rakin bi dîtina min ev nabe were kirin û nabe bihgehe wê qonaxê. Pêwîste kampanyaya hilbijartinan bi awayekî neyê meşandin ku ewlehiya civakî ya Herêma Kurdistanê têk bide. Di derbarê pirsgirêkan da jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam li ser çareserkirina pirsgirêkan bi Bexdayê ra danûstanina dike ku pirsgirêkan çarser bikin û siyaseta me ya zelal e ku em dixwazin hemû pirsgirêkan di çarçoveya destûra Iraqê da bêne çareserkirin.”
Di bersiva pirsekê da derbarê xwendina Mewlûda Pêxemner ku dengê wî xweş e, Serok Nêçîrvan Barzanî got: "Hin kes jî dibêjin ku dengê min pir nexweş e, her du alî hene, min nedîtibû, bi rastî min jî wek we di medyaya civakî da dît ku ew videyo ya berî 28 salan e, vêca yên dibêjin dengê te xweşe ev baş e û yên dibêjin dengê te nexweşe bila li min biborin.”
Derbarê serdana xwe ya parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê da jî, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Serdana me ji bo wê yekê bû da zêdetir bizanîn ka rewş li vir çawaye û ez destxweşiyê li van hemû kar û xizmetên baş dikim yên li Dihok û, bi taybetî jî, ez îro li Zaxoyê me, ez bi van kar û xizmetên li vir hatine kirin matmayî bûm. Peyama min bi tenê peyama destxweşiyê ye û hêvîdarim her serkeftî bin.”
Derbarê hinartina nefta Herêma Kurdistanê got: “Heta nuha rê nehatiye dayîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye û ti pirsgirêk li ba Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne. Divê pirsgirêk li Bexdayê bê çareserkirin, nexwe weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em amade ne."
Derbarê mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da jî got: “Piştî ew şanda ji Bexdayê hatî, heta niha diyar e ku mûçe dê were dayîn. Bêguman em daxwaza lêborînê dikin ku mûçe kêm-zêde hindek caran dereng dibe, Lê ez bawer nakim ku ji bo pirsa mûçeyan jî pirsgirêk çêbibin.”
Serok Nêçîrvan Barzanî: Nabe aliyên siyasî di helmeta hilbijartinan da hevdu bişkînin
2024-09-15T13:08:00.000000Z