Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Wezîra Derve ya Almanyayê wergirt

2023-03-29T09:40:42.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji Annalena Baerbock Wezîra Derve ya Almanyayê wergirt ku têda ji bo wê pêşwaziya germ ya li wê hatiye kirin di dema serda wê ya bo Herêma Kurdistanê di rojên 7-10 vê mehê da, spasiya serok Nêçîrvan Barzanî dike û tekîdê li ser berdewamiya pîştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dike û di nameya xwe da îşaret bi berdewamiya hebûna hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê kiriye.

Xanim Baerbock, herwesa, li ser navê Almanyayê spasiya Herêma Kurdistanê dike ji bo mêvanîkirin û hewandin koçber û penaberên, bi taybet ji pêkhateyên Êzdî û Mesîhî, yên ku ji sala 2014ê were ji encamê êrişên DAIŞê qesta Herêma Kurdistanê kirine.

Her di vê derbarê da, xanim Baerbock, piştgîriya welatê xwe ji bo vegerandina penaberan bo ser milk û malên wan dupat dike û Herêma Kurdistanê û Iraqê han dide ku li ser vê pirsê gotûbêj û kar bikin. Herwiha tekez kir, ku Almanya girîng dibîne ku bi cidî kar ji bo rûbirûbûna metirsiya guherîna av û hewayê li Iraq û Herêma Kurdistanê bike.