
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 23.09.2024ê, li Soranê digel Helgurd Şêx Necîb Serpereştiyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê û berpirsên yekîneyên îdarî yên Soranê civiya.
Di civînê da rewşa îdarî û xizmetguzariyên li tixûba rêveberiyê da û girîngiya pêgeha erdnîgariya Soranê û deriyên sînorî bi taybetî di warê bazirganî, aborî û geştiyariyê da hate gotûbêjkirin û herwiha behsa pêwîstiyên deverê di warên cuda de hate kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê da balkişand li ser bingeh û derfeta pêşkeftina zêdetir ya deverê di warên cuda cuda da û destxweşiyê li birêzan serpereştiyar û berpirsên yekîneyên îdarî yên Rêveberiya Serbixwe ya Soranê kir ji bo wan kar û xizmetguzariyên ku pêşkêş kirine û pêşkeftina û geşebûna wê deverê bilind nirxand.
Mijareke din ya civînê behsa plan û bernameyên paşerojê yên kar û projeyên deverê û çawaniya çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan û dabînkirina pêwîstiyan kir. Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê piştgîriya xwe ya tevahî ji bo îdareya Soranê ji bo xizmetkirina baştir ya deverê dûpat kir.
Kampanyaya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û amadekariyên proseya dengdanê mijareke dinê civînê bû. Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya hilbijartinan û daxwaz ji hemû aliyan kir ku bi awayeke şaristanî û aştiyane kampanyayek bi rê ve bibin.
Çend mijarên din yên girêdayî rewşa giştî ya devera Soranê aliyekî din ê civînê bûn.








