2024-02-17T16:50:19.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 17.02.2024ê li Munchenê li Almanyayê digel birêz Stéphane Séjourné Wezîrê Derve yê Fransayê civiya û rewşa Iraq û herêmê nirxand.
Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, îhtîmala gurbûna aloziyan li Rojhilata Navîn metirsiye li ser aştî û aramiyê û li ser wê yekê hevfikir bûn ku her hewlek ji bo kontrolkirina rewşê bê dayîn û rewşa mirovî li Gezzeyê û gihandina alîkariyan ji bo mexdûran li ber çavan bê girtin.
Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember dostayetî û peywendiyên kevnar yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê nîşan da. Rêzdar bi taybetî pesna rola Serok Macron da.
Birêz Séjourné dûpat kir ku welatê wî li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam dibe.