Nîvroya îro Sêşemê 25.11.2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel xatûn Jannette Alberda, Balyoza Şahnişîna Hollandayê li Iraqê, peywendiyên Hollandayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, hilbijartinên Encûmena Nûneran û rewşa Iraqê gotûbêj kirin.
Herdu aliyan daxwaza xwe ya dualî ji bo pêşxistina peywendiyan dubare kirin. Herwiha derbarê çawaniya pêşvebirina hevkariya hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de di war û sektorên cuda de, danûstandina bîr û ramanan kirin.
Rewşa herêmê û çend pirsgirêkên din ên girîng û hevbeş, mijareke din a hevdîtinê bû.