Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza nû ya Kanada li Iraqê kir

2024-02-21T12:09:16.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Nîvroya îro çarşem 21.02.2024 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinekê da li gel xatûna Kathy Bunka Balyoza nû ya Kanada li Iraqê, ji bilî bixêrhatin û derbirîna piştevaniyê ya ji bo serxistina erkê wê, tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Kanada kir. Li vî derbarî de daxwaz kir asta nûnerayetiya Kanada li Herêma Kurdistanê bê bilind kirin.

Ji aliyê xwe ve xatûn Bunka xweşhaliya xwe ya bi destbikarbûnê û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê derbirî û dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve tamaşa peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre. Balkişand li ser wê yekê ku ji bo vê mebeste kar li ser bilindkirina asta nûnerayetiya welatê xwe ya li Herêma Kurdistanê dikin.

Girîngiya sîstema federalî, hilbijartinên Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî, mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.