![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2022/12/NB_Balyozi-Swed-6-12-2022.jpg)
2022-12-06T13:36:54.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro sêşemê 06.12.2022ê li Hewlêrê di dîdarekê da digel xatûn Jessica Svärdström Balyoza nû ya Swêdê li Iraqê, bi xêrhatina wê kir û bi helkefta destbikarbûna wê ya wekî Balyoza nû ya Swêdê li Iraqê pîrozbahiyê li wê kir û piştgiriya xwe ya temam ji bo serkeftina wê nîşan da.
Her du aliyan li ser pêşxistina peywendiyên Swêdê digel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekez li ser pêwîstiya hevkariyên hevbeş kirin, bi taybetî di wan waran da yên ku ji bo her du aliyan girîng in, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, derfetên kar û veberhênanên Swêdî li Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwesa li ser pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê, şerê li dijî terorê û li ser rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

![](/uploads/old_images//2022/12/NB_Balyozi-Swed1-6-12-2022-scaled.jpg)