2024-01-18T06:51:56.000000Z
Êvariya roja çarşemê 17.01.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê da digel birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanyayê li Iraqê têkiliyên Brîranyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û êrîşên li ser Hewlêrê nêrînên xwe li hev guhertin.
Her du aliyan pêşveçûna danustandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da bi erênî nirxandin û hêvî xwestin ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe, bigihin têgihiştineke hevbeş û, herwesa, tekezî li ser girîngiya parastina aştî û aramiya Iraq û navçeyê kirin.
Rewşa herêmî bi giştî, aloziyên li Rojhilata Navîn û eger û encamên wê mijarên din yên hevdîtinê bûn.