2024-01-08T15:11:40.000000Z
Îro piştî nîvro 08.01.2024 li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Andrea Nasi, Balyozê nû yê Awusturyayê li Iraqê kir.
Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz Nasi kir ku, asta nûnerayetiya welatê wî li Iraqê ji bo balyozxaneyê hate bilind kirin û dê ew wek Balyozê Awusturyayê li Iraqê berdewam be û hemû alîkarî û piştevaniya xwe jî ji bo serkeftina erkê wî nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Awusturyayê spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir û her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Awusturyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarîkirinên hevbeşên di navbera wan da, bi taybetî di warê siyasî û aborî û çandî da, kirin. Her di vê çarçoveyê da behsa niyeta Awusturyayê ya ji bo vekirina nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê kirin.
Rewşa Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.