Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê kir

2024-06-09T08:54:28.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro danê sibê roja yekşemê 09.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Patrick Dorrel Balyozê Fransa yê li Iraqê civiya.

Di civînê da tekez li ser pêşxistina peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û li ser derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeşên di hemû waran û ya her du aliyan da kirin.

Her du aliyan li ser rewşa Herêma Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin û li ser wê yekê ku, îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke guncaw da û bi beşdariya hemû partî û pêkhateyên Kurdistanê bêne lidarxistin hevfikir bûn.

Di mijareke dinê hevdîtinê da behsa girîngiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û pêşveçûna peywendiyên her du aliyan bi erênî nirxandin. Di vê derbarê da Balyozê Fransayê hewlên Serokê Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û piştevaniya welatê xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da.

Di vê hevdîtinê de ku, birêz Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, parastina aramiya siyasî li Iraqê, rewşa navçeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin behs kirin.