Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê kir

2024-11-13T17:01:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja çarşemê 13.11.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Patrick Dorrel Balyozê Fransayê li Iraqê kir û di civînekê da têkiliyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Birêz Balyozê Fransayê, bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pîrozbahiyê li Herêma Kurdistanê kir û amaje bi rêjeya bilind ya beşdariya welatiyan di prosesa dengdanê da kir û got ku, ev yek jî girîngiya berjewendiya welatiyan bi paşeroja Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Her du aliyan mekanîzma pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekez li ser girîngiya pêkanîna hikûmetekê ku bersiva daxwazên xelkê û armancên wan yên geşepêdan û aramiyê bide.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Fransayê tekez li ser wê yekê kir ku, welatê Fransayê li ser alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Fransayê ya berdewam bo pirsên Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî û mêvanê xwe di civînê da pêşhatên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin û tekez li ser girîngiya dûrxistina Iraqê ji kêşeyên navçeyê û bihêztirkirina hevkariyên hevbeş ya dabînkirina aramiyê li Iraqê kirin. Her wiha li ser girîngiya hevkariya hevbeş ji bo rêgirtina li zêdebûna aloziyan û parastina aramiyê li Rojhilata Navîn hevfikir bûn.

Rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên wan bi welatên cîran ra, hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê, hilbijartinên Amerîkayê û çend mijarên din yên ku di berjewendiya hevbeş da ne, mijareke dinê yên vê hevdîtinê bû ku birêz Konsulusê Fransayê li Herêma Kurdistanê tê da amade bû.