Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Kuweytê kir

2025-08-24T18:45:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvara îro Yekşemê, 24.08.2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Hesen Mihemed Zeman, Balyozê Dewleta Kuweytê li Iraqê, kir.

Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe yên ji bo hevkariyên Kuweytê bo Iraq û Herêma Kurdistanê, yekalîkirina pirsên di navbera Kuweyt û Iraqê de li ser bingeha lihevkirin, cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş bi girîng da zanîn, ku ew yek xizmeta her du aliyan û aramî û seqamgîriya navçeyê dike.

Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Kuweytê tekez kir ku welatê wî hemû hewlên xwe ji bo çareseriyê bi rêya lihevkirinê dide û daxwazkar e ku di hemû waran de pêwendiyên xwe bi Iraqê re pêşve bibe. Her wiha, bal kişand ser girîngiya ku welatê wî bi dostanî û pêwendiyên dîrokî yên bi Herêma Kurdistanê re dide.

Derfetên kar, veberhênan û sermayeguzariya Kuweytê li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr - Bexdayê û rewşa navçeyê bi giştî, aliyekî din ê hevdîtinê bû.