Îro çarşemê piştî nîvro 04.12.2024 ê li bajarê Hewlêrê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya rêzdar Ebdulah Matar Xemîs El-Mezrûyî Balyozê nû yê Îmaratê li Iraqê kir û pîrozbahiya destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Her wiha piştevaniya xwe û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî de nîşan da.
Balyozê Îmarata Erebî silavên birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan Serokê Îmaratê gihandin Serok Nêçîrvan Barzanî û pesnê peywendiyên bihêz yên di navbera welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê da û tekez li ser pêdagirbûna Îmaratê bi zêdetir bihêzkirin û berfirehkirinan peywendiyan bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re kir.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê silavên xwe ji Serokê Îmaratê re şand û xweşhaliya xwe bi berdewamiya piştevaniya Îmaratê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da. Her du aliyan li ser berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên di warên curbicur da danustandina bîr û ramanan kirin.
Pêşhatên dawî yên herêmî, bi taybet rewşa Sûriyê û mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Îmaratê kir
2024-12-04T10:28:00.000000Z