Di hevdîtina ku, îro duşema 02.12.2024 di navbera birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Elbrus Kutraşev Balyozê Rûsyayê li Iraqê de pêkhat, pêwendiyên Rûsyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser bihêzkirina hevkariyên hevbeş ya di warên cûda de kirin.
Her du alî li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, gotûbêjên di navbera aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civîna yekem a Parlementoya Kurdistanê ku îro hate li darxistin, danustandina bîr û ramanan kirin.
Tevliheviya rewşa Rojhilata Navîn û bi taybetî rewşa niha ya Sûriyê û bertekên wê yên li ser navçeyê, mijarên din yên civînê bûn ku, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir
2024-12-02T10:06:00.000000Z